Pîremêrd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 25:
weşandin de wiha digot:
 
''"{{Jêgirtin|Emro, ke rojî cejnî hemuman e ser be ser / Kurdîş legel gelan le çilexane hatine der / Sî sal bû roj û rojê be salê le ber diçû / Rojûy heram bû xêrî le ber şer debû be şer / Merbû û tabi'î Mem û Zîn bûn, le rêge da / Gurg û çeqel le çêqelî Bekirî Mergewer beter / Mîller ne deng û rengî xelîfeyî debî û debîst / Mezlûm ne hedî bû be şîkat degî bête derw / Alem ke bûbûwe xizmî xezûrê sepanî şêx / Kurd destî girt bo nobeyê nobeyî nekewte ber / Herçî ke bîtwaye emin kirdim ew deme / Rêgî Terablusî be pêxwas degirte ber / Te'nyan deda le Kurd ke / şeq'n, naben walî / Ta şeq bû qebrî kurd û şeqeşeqî hate der."''}}
 
Pîremêrd, di sala 1909'an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918'an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya [[Huseyn Nazim]] de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934'an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970'yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga [[Tolstoy]], [[Victor Hugo]] de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:
Rêz 31:
Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestkar û wêjekarên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:
 
''"{{Jêgirtin|Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye / Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye / Çend sal e gula hîvya mebest bû heta par / Her xûna lawan bû gula ava nû bihar / Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd / Mizgîna beyanê bo gele dûr û nêzîk bîr / Newroz bû agrekî weha xiste nav cergewe / Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe / Wa roj hilat ji bedena berza welatewe / Xûna şehîd e, rengê şefeq şewq vedatewe / Heta niha li tarîxa milet da rû nede / Qelxana gulê sîngê keçikan be hilnede / Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn / Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn."''}}
 
Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî,
Rêz 37:
werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:
 
''"{{Jêgirtin|Hewa havînê, hewa havînê / Îsal havîna me zor bi kîn e / Girê agirê sebûn sî tîn e / Bergê esman bo me şîn e / Feslê gulgeştê Baxê Penawîn e / Ev sebûna me ji ku ve hat? / Bi tîna germê hilqirça welat / Stêra te'lê xwe guherî nehat / Bişne şîveya şemal kiş û mat / Dil vê germê qîz xemgîn e / Girê Yarê ciyê rojtavê / Rêya seyranê Newroz biriye / Karêza şerîf av tê de maye / Erxewan çiqpopê wê şikaye / Girê Seyran ciyê zar û şîn e / De Xwedê ye, hilkeve qîzîna şemalê / Hewa zenga xemê min ji dil bimalê / Ay bo dengxweşek digel şimşalê / Bi wê xwestinê têr bûm binalê / Derdê min karî ye û cerga min birîne."''}}
 
Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide
Rêz 44:
radigehîne me û wiha dibêje:
 
''"{{Jêgirtin|Wa beyanê gizînga tavê derket / Nema şevem bi tîrêja rojê ser ket / Xunçe gul xwe xuyan kir li dara / Bibalê jî şewra xwe kir nav gulzara / Lale tara ye, li ber berê çiyan / Hênika can e bayê leylexan / Dema êvarê sîbera baxan / Xweş e bo yarê bayê ser şeher / Ev tîrana gul û milê can e / Bê te cem min jîna zindan e / Cejn û şaya min hergav girîn e / Ez û bilbil cote zar û hejar / Hînî hesra me gulala dewrim / Wa jî daxa te bê wefa bimirim / Çaverêya min ke, wa têm ser qebrê / Bi hêwa te zindî bibim du carê."''}}
 
Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê
Rêz 52:
vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike:
 
''"{{Jêgirtin|Barana nîsanê bû mirwarî / Bi rehmê li ser me de barî / Zanistî bi wê hinegê kêm bû / Mîna gewher di nav sef de winda bû / Xwedî erfan ji neslê xweş / Zanistî li gêjgêjî kir xelas / Zanitî û zanistî Xwedê bi min bînin / Belkî bêkesan bi şev bixwînin / Xwendin şevê dike bi roj / Perdetarîkê dike bi laş."''}}
 
Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn,
Rêz 61:
gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje:
 
''"{{Jêgirtin|Ey keçikno werin mektebê / Hûn teskînê dilê me ne / Zîneta bax û ba û terîqê ne / Rewneqa destê gul im / Teze em tê gehîştin / Dayika qenc xwendewar / Mesela we têne meydan / Qewmekê pê bêye kar / Jin şirîka jîna mêr e / Nek tenê xerêqa bar û dar e / Terbiyeta mêjik û mindal e / Bo weten bêwijdan helal e"''.}}
 
Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke