Pîremêrd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B →‎Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd: çend sererastkirinên biçûk; min hêj teman nekiriye
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 30:
Pîremêrd, di sala 1909'an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918'an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya [[Huseyn Nazim]] de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934'an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970'yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga [[Tolstoy]], [[Victor Hugo]] de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:
 
"Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestkar û wêjekarên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:
 
''"Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye
Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye
Çend sal e gula hîvya mebest bû heta par
Rêz 45:
Qelxana gulê sîngê keçikan be hilnede
Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn
Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn"''
 
Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî,
Rêz 51:
werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje:
 
''"Hewa havînê, hewa havînê
Îsal havîna me zor bi kîn e
Girê agirê sebûn sî tîn e
Rêz 70:
Ay bo dengxweşek digel şimşalê
Bi wê xwestinê têr bûm binalê
Derdê min karî ye û cerga min birîne"''
 
Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide
Rêz 77:
radigehîne me û wiha dibêje:
 
''"Wa beyanê gizînga tavê derket
Nema şevem bi tîrêja rojê ser ket
Xunçe gul xwe xuyan kir li dara
Rêz 92:
Wa jî daxa te bê wefa bimirim
Çaverêya min ke, wa têm ser qebrê
Bi hêwa te zindî bibim du carê"''
 
Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê
Rêz 100:
vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike:
 
''"Barana nîsanê bû mirwarî
Bi rehmê li ser me de barî
Zanistî bi wê hinegê kêm bû
Rêz 109:
Belkî bêkesan bi şev bixwînin
Xwendin şevê dike bi roj
Perdetarîkê dike bi laş"''
 
Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn,
Rêz 118:
gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje:
 
''"Ey keçikno werin mektebê
Hûn teskînê dilê me ne
Zîneta bax û ba û terîqê ne
Rêz 129:
Nek tenê xerêqa bar û dar e
Terbiyeta mêjik û mindal e
Bo weten bêwijdan helal e"''
 
Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke
Rêz 137:
gorbihuşt re.
 
==Çavkanî:==
Ji *Pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya [[Feqî Huseyn Sağniç]] (Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê)
 
*Pîremêrd; Dîwan, Bexda 1948
Çavkanî:
-*Felah, PîremêrdKakey; DîwanPendekanê Pîremêrd, Bexda 19481969
- Felah*Secadî, KakeyElaedîn; PendekanêEdebî PîremêrdKurdî, Bexda 19691968
- Secadî*Hewar, ElaedînMuhemed Resûl; EdebîPîremêrdê KurdîNemir, Bexda 19681970
- Uzun*Kurdo, MehmedProf. Qanatê; AntolojiyaTarîxa Edebiyata Kurdî, Tüm ZamanlarÖzge Yayýncýlýk, Stenbol 19951992
- Hewar, Muhemed Resûl; Pîremêrdê Nemir, Bexda 1970
- Kurdo*Uzun, Prof. QanatêMehmed; TarîxaAntolojiya Edebiyata Kurdî, ÖzgeTüm Zamanlar Yayýncýlýk, Stenbol 19921995
- *Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrêz 1951
- Uzun, Mehmed; Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tüm Zamanlar Yayýncýlýk, Stenbol 1995
- *Kürd Mearif ve Terakki Gazetesi, Stenbol 1908
- Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrêz 1951
- *Jîn, Silêmanî 1934 - 1950
- Kürd Mearif ve Terakki Gazetesi, Stenbol 1908
- Jîn, Silêmanî 1934 - 1950
 
==Hinek xebatên Pîremêrd==