Gol (cudakirin): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Ji kortên ku di demên guhertinên geology de peyda bûne, û ên ku bi borîna salan ji ava baranê, herkîna çeman û lehiyan tijî av bûne re '''Gol''' tên gotin. Gol li gor pevajoyên geology cihêreng in, ango li hin herêman, dema ku şetandinên geology çêbûne, lat û zinarên xwe lar bûn, nexwe, xak pir hilweşiye, û golên mezin çêbûne, û li hin herêman jî zinar û lat hişk û sert bûn, lewma golên çêbûbûn biçûk bûn. Ji golên ku bi guhertinên geology çêbûne re, golên xwezayî dibêjin, û ew li seranserî cîhanê tên dîtin, ji golên mezin, [[gola Victoria]] li [[Kenya]] û [[gola Qizwîn]] li [[Asiya navîn]], li [[Kurdistan|Kurdistanê]] jî hin golên xwezayî hene wek, gola[[Gola wanêWanê]] û [[golaGola Ûrmiyê]]. Hin gol hene bi destê mirovan çêbûne, ew bi rahatî li paş avgiran peydabûna, ango kombûna avê li paş wan hedî hedî bûye gol, ji van golan re dibêjin golên pêşesazî, û pir nimûne li seranserî cîhanê hene, wek [[gola Nasêr]] li paş avgira Alî li ser çemê [[Nîl|Nile]] li Misirê. Gol çi xwezayî çi pêşesazî bin, ew pir sûdmend in, mirov pir karê ji van golan dibînin, mirov ji van Golan ava avdana çandina xwe dibe, mirov ava vexwarinê jî jê dibe, ev ji bilî, fêde û sûdên tenduristî û gervanî, pir gol îro seyrangeh û havîngehên ku mirov bêhna xwe li ber vedide ne, mirov mesiyan jî ji van golan digrin.
 
[[kategorî:erdnîgarî]]