Karsaz (rêxistin): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpel hate vala kirin
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêvîsyona 216417 yê 88.248.163.200 (guftûgo) şondakir
Rêz 1:
KARSAZ saziya kardêren kurd li [[Ewropa|Ewropayê]] ye.
 
== Pêşkêşî ==
 
[[Karsaz]]ên [[Kurd]] ji hev bela bela ne. Armanca vê xebatê ew e ku van kesan bên cem hev, di nav xwe de reqabeteke prensîpî bidin mesandin, hember derveyî xwe jî, zemîna tevgera saziyek yekîtî û hevkariya erka kar biafirînin. Li [[Ewropa]]yê ji hev bela û xwedî curbecur kar, bi hezaran mutesebîs û karbidestên Kurd hene. Ji ber ku bê rêxistinin, bi aloziyên di nav xwe de, dem bi dem hevudu ber bi tinekirinê ve dibin. Tu kesek ji wan tenê bi serê xwe nikane pêdiviyên gelê me pêswazî bike. Bona vê sedemê gelê me jî, pêdiviyên xwe ji derve, ji derdorên ku hebûna wê napejirînin temîn dike. Heger bê xwestin, bi rêxistin û hevkariyeke bas, ev pêwîstî bi hêsanî ji holê radibe. Bersîv dayîna pêdiviyan, di heman demê de pêsdeçûyînê jî bi xwe re tîne.
 
Divê ku wek karbidestên Kurd sîara me; “Bi zimanê xwe, bi rengê xwe û bi nasnama xwe, em jî hene” be! Bi kurtasî divê ku pêdivîyên kurdan, dîsa Kurd hilbirînin. Armanca bingehîn ya sermaya ji vê tê bi dest xistin, di bazirganiya navnetevî de wekî erkekî reqabetê bikaranîn e.
 
Ji bo vê yekê:
 
Daxwaza KARSAZ ew e ku di navbera kurdên di sektoreke de kar dikin û li her derê cîhanê belav bûne de têkilî bidin çêkirin, di her welatî de ji bo lebata karên wan alîkarî bikin, di têkilî û sazkirina karên nû de destek bidin, di curbecur sektoran de projeyên nû amade bikin, lêkolîn bikin û ji bo realîzekirinê encamên wana rabigihînin karsazan, ji bo pêsdebirina kurdistanê, lêkolîna projeyên alternatîf çêbikin û çavkaniyên bidest xistî jî, di van projeyan de bikarbînin, di navbera karsazên Kurd û sermaya cîhanê de têkilî bidin danîn, li ser sektorên di karê xwe de serketî ne, lêkolîn çêkin û encamê têxin xizmeta karbidestên Kurd, di [[teknolojî]] û [[zanistî|zanistiyê]] de tistên nû komê ser hev kin û bona bikaranînê bigihînin karsazên Kurd, hevkariya kurdên akademîsyen ên pispor-serketî û karsazên kurdan bi cîh bînin, zanistî û sermayeyê bi hev re bikarbînin, di avakirinên nû de, teserûfên serfkaran jî tevê kin û wana ji tebatiyê xilas bikin, herwiha ji wana re amadekirina ciyên kar û tesfîqa derxistina malên bi motîfên netewî, mîsyona me yê bingehîn e.
 
== Komîta rêveber ==
 
Bi tevlêbûna 165 delegan, di 31 Çile-02 Sibat 200. li Elmanyê bajarê [[Frankfûrt]]ê Kongra 3. ya Aboriya Kurd hate lidarxistin. Biryarên di vê Kongrê de hatin standin, ji alî hemû delegan ve hatin pejirandin.
 
Di daxuyaniya encamê de vana cîh girtin:
* Destûra KARSAZê kêmasiyên xwe yên naverokî henin, divê heta kongrekî din wekî pronivîs (taslak) destûreke were amade kirin,
* Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bazirganî yên di têkiliyên endamên KARSAZê de, komîsyoneke hakemtiyê bête sazkirin,
* Ji bo alîkariya perwerda xwendekarên rewsa wan ê aborî ne bas, di binesaziya KARSAZê de foneke bê avakirin,
* Endamên nû têne qeydkirin û yên ji endametiyê dikevin, di kovara “DENGÊ KARSAZ” de bêne wesandin,
* Bi desteka endaman KARSAZ bigihêje hebûnên neguhêzbar (gayrîmenkûl) û ji alî kongrê ve li komîta rêveber bê teslîm kirin.
Navenda KARSAZê ji pênc besên bingehîn Pêk tê.
 
== Saziya navenda KARSAZ ==
#Dîwana Serokatiyê: Temsîla huqûqî ya ji karûbarên KARSAZê dike û dîrekt berpirsiyar e. Kordîna fealiyetan, çavdêriya rêberiya pratîk, hev dîtinên bi biyaniyan re, rêkupêk kirina darayî, kontrola Dengê KARSAZ û malpera wê jî di nav peywirên Dîwana Serokatiyê de ne.
#Dayra Kordînatoriya Navendî û Hilbirîna Projeyan: Di pratîkê de, Kordîne û rêveberiya pîlanên ji alî Komîta Rêveber ve tên amade kirin, ev dayre birêve dibe. Ji bo endaman proje afirandin, çareserkirina pirsgirêkên wan ê kar, di derbarê huqûqa welatê ku lê dijîn de ji wan re agahdarî dayîn, alîkariya sêwirmendî û têkiliyên di nav wan de jî, peywirên vê dayrê ne.
#Dayra Agahdariyên Çapemenî û Wesanê: Di derbarê xebata KARSAZê de, bi rêya çapemniyê agahdarkirina raya gistî, çalakiyên nasandina KARSAZê û rêveberiya malpera KARSAZê, wezîfeya vê dayrê ne.
#Sekreterya: Bi cîh anîna nivîsên di navbera endamên KARSAZê, organîza civînên KARSAZê, ragahandina biryarên Komîta Rêveber ji bo endaman, sopandina mehanatên endaman û mesandina her cure nivîsên di nav Komîta Rêveber û derve de, bi gistî xebatên di çarçova sekreteryayê de ne.
#Darayî: Birêkupêkkirina çûn û hatinên KARSAZê û ragahandina wan ê rayedaran, peywirên darayiyê ne.
 
Di navenda gistî de, 3 kesên navendî, 4 kes jî ji Komîta Navendî, bi tevahî 7 kes wek grup kar dikin. Ev kom di heman demê de bi komîsyona ku ji curbecur sektoran hatine hilbijartin û 3 kes in re xebateke hevbes dikin.
 
Xebatên navendiya gistî, di radeyek wisa de ye ku dikane bi zimanê kurdî, îngilîzî,elmanî û tirkî xizmetê bike. Bi alîkariya endaman di pêseroj de navenda me yê gistî, bi hîn kesên pispor, ku hakimên karê xwe ne, wê êdî xebatên bi qalîte û bi îdîayên encam standinê, wê ji endamên xwe re xizmetê bikin.
 
== Lînkên derve ==
* [http://www.karsaz.org Malpera KARSAZ]
 
[[Category:komele]]