Zana Farqînî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Zana Farqînî''' [[zimannas|zimannasê]] kurd e.
 
Zana Farqînî, di sala 1967'an de li gundekîgundê Baqûzê ya li ser[[Farqîn]]êa Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li [[Stenbol]]ê qedandine. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Civaknasiyê (sosyolojî) xwendiye. Yek ji avakarê [[Koma Çiya]] ye û digel komê kaseta pêşîn a bi navê "''Rozerîn''" derxistiye. Di kovara "''[[Rewşen]]''"ê ya [[Navenda Çanda Mezopotamyayê]] de di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê dev ji xebatên muzîkê berdaye û paşê bi dorê di rojnameyên hefteyî yên bi navê "''[[Welat]]''", "''[[Welatê Me]]''" û "''[[Azadiya Welat]]''" de xebitiye. Di rojnameya "''Welat''" de bi giranî karê redaksiyonê kiriye. Di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye berpirsê karê nivîsaran ê pêşîn ê "''Welatê Me''". Paşê bûye gerînendeyê giştî yê heman rojnameyê. Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stenbolê hatiye darizandin û ceza xwariye. Her wiha li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye û ji ber vê helwesta xwe hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stenbolê razaye.