'''Partiya Sosyaldemokrat a Almanya'''-'''(SPD)''' (bi [[almanî]]: ''Sozialdemokratische Partei Deutschlands'') yek ji partiyên mezin ên [[Almanya]]yê ye. Di dîroka xwe de gelek caran li Almanya bûye desthilatdar û niha bi [[koalîsyon]]a bi [[Yekîtiya Demokratên XirîstiyanXiristiyan a Almanya]] ([[CDU]]) re [[hikûmet]]a [[Almanya]] pêk tînin. Partiya [[Sosyaldemokrat]] a Almanya, weke partiya karkeran jî tê binavkirin, lê di van salên dawi de gelek hilbijêr û endamên wê, ji ber polîtîkaya wê ya ne li gorî berjewendiyên karkeran dibînin, pişta xwe dan partiyê. Di van salên dawî de, gelek endam û dilxwazên partiyê jê qut bûn û rêxistinek bi navê [[WASG]] damezrandin. Paşê vê rêxistinê bi partiya [[PDS]]'ê re partiyek nû bi navê [[Partiya Çepgir]] (bi [[almanî]]: DIE''Die LINKELinke'') damezrandin.