Depresyona klînîkê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Klînîk depresyon çû cihê Depresyona klînîkê
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7:
Di klînîk depresyonê de pirr caran rîska xwekuştinê heye. Tenê li [[Almanya]] salê 12.000 mirov dixwaze xwe bikuje û diceribîne. Tê zanîn li [[Kurdistan]]ê bi hezaran mirov xwe dikujin û pirraniya wan jî jin in. Gorî statîstîkan jin nêzîkî du carî zêdetir bi nexweşiya klînîk depresyonê dikevin. Wekî tê zanîn jiyana jinan di nava civakê de ji ya mêran dijwartir in. Hin şaxên klînîk depresyonê bingeha xwe ji sedemên genetîk digirin lê pirraniya wan ji sedemên rewşî tên. Li cihên wekî Kurdistanê ku şer, xizanî, pêkutî, [[êşkence]] hwd lê hene, rîska bi nexweşiya klînîk depresyonê ketin jî zêde ne. [[Psîkotrawma]], şikestina kesayetî û kariyerê, têkçûne îdeolojî û baweriyan, rewşên awarte hwd nexweşiyê diniqurçînin, ditetikînin.
 
Depresyona klînîkê dikane were tedawîkirin. [[Psîkolog]] hin testên ku hêz û asta depresyonê dipîvin dikin û gorî teşhîsên xwe riyên tedawîkirinê avadikin. Heger di heman demê de nexweşiyeke din jî pê re hebe rîsk dubare dibe. Hin derman gelek bikêr tên. Psîkoterapî, [[psîkodrama]] , [[terapiya elektrokompûlsîv]] hwd gelek cureyên teknîkan û rewşeke baş dikane nexweşiyê derbibe.
[[Kategorî:Psîkolojî]]