Şîzofrenî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B robot serzêde kirin: scn:Schizzufrinìa
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Şîzofrenî''', ji [[Grekî]] tê. Wateya wê parçebûna kesayetiyê ye. Yek ji nexweşiyên psîkologîk ji grûba [[psîkoz]]an e û karê psîkiyatriyê ye. Di ramane, tevgerê û fonksiyonên mejî de xirabûn, parçebûn e. Di beşa psîkiyatriyê de cihekê xwe yê girîng heye û tedawiya wê pirr dijwar e.
 
Cara yekemîn di sala [[1907]]´î de ji aliyê psîkiyatrê navdar ê [[Swîsre]] yî [[Eugen Bleuler]] hatiye binavkirin. Afirandina ramanan, têkiliyên di navbera fonksiyonên kesayetî û hişarê, rewşa hestan hwd parçe parçe bûye. Nexweş êdî bi zimanekê taybet diaxive. 80 % şîzofrenîk [[halûsînasyon]]an dibihîsin û dibînin. Raman û baweriyên [[paranoîk]] pirr in.
 
Zanîst di wê baweriyê de ne ku bingeha vê nexweşiyê di ciwaniyê de tê avêtin. Sedemên wê yê genetîk hene lê [[epîlepsî]], [[alkolîzm]] û raxwarina madeyên wekî [[eroîn]], [[haşhaş]], nexweşî [[tûmor]] û darbeyên di mejiyê de girîng in. Nexweşî di mêran de zû (12-13 salî), di jinan de dereng (40 salî) xwe dide der. Lê nexweşî di demeke dirêj de digihîje û heya mirov biçe bijîşk hinekê dereng dikeve. Zanîst di wê baweriyê de ne ku hormonên[[hormon]]ên jinan di vê cûdatiyê de rolekê dileyîze. Dîsa jî binexweşketina mêr û jinan wekî hev in. Ji 10-15 % û pirraniya wan jî mêr di vê nexweşiyê de xwe dikujin. Pirr kêm be jî bi zarokên wekî 8 salî de jî hatiye dîtin. Tesbîtkirina vê nexweşiyê hinek tevlîhev e. Bo mînak [[otîstîzm]] a zarokan hin caran bi şaşî dibe tirsa şîzofreniyê lê nerast e.
 
Ji 5-10 % zarokên şîzofrenîkan bi heman nexweşiyê dikevin. Ev selefa han di cêwiyan de 45 % e. Kesên ku di dema ji dayîk bûnê de tûşî zehmetiyan bûne û di zaroktiya xwe de darbe li serê wan ketine yan qeza derbaskirine divê biçîn cem bijîşk û xwe kontrol bikin. Hinek [[vîrûs]] jî roleke mezin dileyîzin ([[Herpes simplex]] TypTîp II, [[Influenza]] û [[vîrûsa Borna]]). Kesê li bajaran ji dayîk bûne ji yên li gundan bûne bêhtir bi vê nexweşiyê dikevin. Herwekî jiyana sosyal bandoreke mezin li destpêka nexweşiyê dike.
 
== Sîmptomên şîzofreniyê ==