Begzade: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 38:
== Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) ==
 
Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) navbenda sala 1810-1814-ê zayînî, paşi Birahîm Xanê I, yê bûye Mîrê Beresori. Bigotina ridînsipîyêt Begzada navê bavê Mîremadîn, Qelender Beg bûye, lê belê ew hind rohna nîne û ez li ser wê bawerîyême ku ew wê gotinê tehnê li ser berê dîrokî, ku li ber derê ķelata Beresori bû, diînin û dibêjin.
Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.
 
Mîremadîn pênc kur û du kiç hebûne. Kurêt wi, Hesen Beg, Cangîr Beg, Temir Paşa, Meĥmed Se’îd Beg û ’Ebdal (’Evdal) Beg bûne. Kiçêt wi, Riĥevza Xanim, ku xêzana Birahîm Xanê II yê kurê Mihmed Begê I Begzade, û Miĥteber Xanim, ku xêzana mezina Şêx Ubeydula yê Nehrîyê û dayîka Şêx ’Ebdulqadiri û Şêx Meĥmed Sidîqi bûye.
Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe bo alîgirîya Şa Murad Beg şorişek mezin kirin.
 
Hizretê Şêx Seyîd Tehayê navdar, bi gazîkirina Mîremadîn, li navbenda sala 1810 ĥeta 1818 yê hatîye Beresori û li Beresori xwendegehek (medreseyek) yê danay. Ĥizretê Şêx Seyid Teha du cara, hem pêşi çona nik Şêx Mevlana Xalidê Naqşbendî bo terîqet wergirtinê, û hem jî paşi terîqet wergirtinê, çend saleka li Beresori nik Mîremadîni yê jîy û li sala 1235-ê koçî (1819-ê zayînî), demê mamê wi Şêx Seyid ’Ebdula koça dûwayî kiri , yê çoy bo Nehrîyê, ku paş mamê xwe bibîte şêx. Mîremadîni paşî Kiça xwe didete Şêx Ubeydula yê kurê wi.
 
Li sala 1820-ê zayînî Marşîmun ê Asurî bi navê Yuna (yan jî Nunah, Jonan) jîyana xwe li dest da. Qirar ew bû ku paşi wi birazayê wi Moxatîs (Mixaîl, Mikaîl) ê kurê Qeşe Mêku bibîte Marşîmun, lê belê xelkê Asurî xwast, ku Auraham, birazayek dî yê Yuna, bibîte Marşîmun. Moxatîs li Qudçanîsê sil bû û hate Şemsdîna. Felêt Şemsdîna, Gewerê, Dêrê (Mar Bîşo) û Tergewer pişta wi girtin û bi arîkarîya Mîremadîn, ku Metranê fele mecbûr kir, ew Moxatîsi jî bikete Marşîmun. Li naw ĥemû Asurîyêt dinyayê her carê yêk kes bo rutbeya marşîmunîyê dihelbijartin. Ewe cara yêkê bû ku Asurîya du Marşîmun dihebûn.
 
Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.
 
Mîremadîn li sala 1844-ê zayînî jîyana xwe yê li dest day û ew li gundê Dêmanê li Şemsdîna yê hatîye weşartin.
 
== ’Elî Eşref Beg ==