Bernard Kouchner: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7:
Bi sala [[1974]]an, heyva [[îlon]]ê, Bernard Kouchner û hevkarên wî yên ''Bijîşkên Sînornenas'' çûn [[Kurdistana Başûr]] cem [[Mela Mistefayê Barzanî]]. Hingê, Kouchner çûbû nav çiyanên bin kontrola Barzaniyan li wê dêrê 15 rojan ma û rezilhatiya du milyonên kurd dît. [[Idrîs Barzanî]] û serokkomare Kurdistanê [[Mesûd Barzanî]] jî li wir bûn.
 
Wekî tixtorekê, Kouchner dizanî ku kurd miletekî rezil bû, bê derman û bê tixtor. Hingê, Îraq li bin destê bêbextê [[Sedam Huseyn]] ra bû, yê ku li wê gavê hevalê Fransayê bû.
 
Kouchner hêj alîkariya kurdan dikir. Di sala 1983an de nava şerê Îraq û Îranê çû sera [[Celal Talabanî]]. Di 1991ê de, Kouchner dixwest ku Sedam Huseyn ji serokatiya Îraqê ve beynin. Di 1992an de li gel [[Danielle Mitterand]]ê hate Kurdistanê. Di sala 1994an de, nava [[şerê birakujiya kurdan]], Kouchner [[Mesud Barzanî]] û [[Celal Talabanî]] anîne Fransayê.