Kêste: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Gundê '''Kêste''' ser bi eşîreta [[Berwarî Joriyan]] e û dikeve rojavayê eşîreta [[Berwariya]] çemê [[Xabûr|Xabûrê]] êko ji Bakûrê Kurdistanê dizê, weke gerdeneke zêrî di ber gund re derbas dibe û xweşikbûneke bê hempa dide gund. Akinciyên gundê Kêste li sê cihan dimînin. Navê van cihan jî ev in. "[[Kêste]]" "[[Aqarê Milê]]" û "[[Germikê]]", her wiha li gund du cihên ku [[Xirîstiyan|Xirîstiyanên]] [[Asûrî|Asûriyên]] jî lê dijîn hene. Ew jî ev in: [[Aqarê Jorî]] û [[Aqarê Jêrî]]. Gundên cîranê Kêste jî ev in: [[Çelkê]] û [[Hirorê]] dikevin rojhilatê Kêsteyê, li rojava û Bakûrê gund jî gundê [[Nizdorê]] heye ku dikeve aliyê din yê çemê Xêbûr. Gundê Nizdorê yê eşîreta [[Guliyan]] e. Çend herêmên gund yên bi nav û deng jî ev in: [[Zinara Kêste]] ku çiyayekî asê û ciwan e û li herêmê baş tê nasîn kaniyên avê yên dikevin bakûrê gund û li nêzî sinorê Bakûrê Kurdistanê weke kaniya [[Bêlimbîrê]], [[Ava Sîrtê]], [[Kaniya Berxşoyê]] li [[Geliyê Zendorey]], [[Kaniya Hirçînkî]]. Jiyana xelkê gund ji berê de li ser xwedîkirina terş, pez û [[mêşên hingiv]] e. Li gund her wiha wekî din di warê çandiniyê de xelkê gund birinc û fêkiyên cûr bi cûr diçînin û bi taybetî jî sêv û gûz. Kêsteyî heta salên 1970î jî weke [[nîv koçer|nîv koçeran]] dijiyan. Biharan diçûn [[zomên ber biharê]] û havînan jî diçûn Geliyê Zendorey, Geliyê Sîrtê, ser Kaniya Hirçînkî û kaniya Bêlimbîrê û gelek deverên din yên ku weke zozoanên Kêsteyan dihatin naskirin. Gundê KêsteyêKêste serekîyê mezin yanî gundê jorî Kêste bi xwe cara pêşî d sala 1976an ji aliyê rejîma [[Iraq|Iraqê]] ve hate şewitandin û gundî bi darê zorê hatin koçberkirin. Hin ji wan çûn ber bi [[Îran]] û [[Tirkiye|Tirkiyê]] hin ji wan jî neçar man li wargehên weke kampan ku ji aliyê hukûmeta Iraqê ve hatibûn avakirin bi cih bibin. Gundê Kêste piştî Serhildana Adara sala 1991ê ([[Raperîna Adara 1991ê]])careke din hate avakirin, lê mixabin ne li cihê xwe yê resen, ji ber ku riya maşînan naçe gundê kevin gund vê carê li Germikê hat avakirin. Gund sala 1970î nêzî 140 malan bû, niha nêzî 80 malbatî li gundê Kêste dimînin.Lê hejmar malên ji gund niha gelekî zêde bûye û bûye nêzî 300 malan lê piraniyan wan ne li Kêste dijîn. Ji gundiyên Kêste nêzî 50 malbatî li [[Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê|Emerîka]] û [[Keneda]] dimînin û nêzî 50 heta 60 malbatî jî li welatên Ewrûpayê Siwêd|Siwêdê, [[Elmanya|Elmanyayê]], [[Franse|Franseyê]], [[Holenda|Holendayê]] û [[Norwêc|Norwêcê]] dijîn. Her wiha beşekî mezin yê xelkê Kêste li [[Dihok]] û taxên Dihokê [[Malta Jor]] û [[Malta Jêr]] dijîn.