Franz Liszt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Redirecting to Frants Lîst
 
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Franz Liszt''' (bilêv bikin: ''Frants Lîst'') (1811-1886), [[mûzîk|mûzîkdaner]] û [[piyano|piyanovanê]] navdarê [[Mecaristan|Mecaristanî]] ko afirîner û babê [[resîtal|resîtalên]] piyanoyê yên tek dihêt hesibandin.
#redirect[[Frants Lîst]]
 
==Jînenîgar==
Ew li gundê [[Raiding]] li Mecaristanê hat dinyayê. Li sala 1823'ê bi daybabên xwe ra çû [[Parîs|Parîsê]] û jihê xwe wekî piyanovanekê çeleng peytkir.
 
Ew 12 salan li Fransayê ma û bi gelek rewşenhizrên wî çaxî ra, mîna mûzîkdanerê Fransî [[Hektor Brêlyoz]] û nivîskar [[Vîktor Hugo]] û [[hozan|hozanvanê]] [[Elmanya|Elmanyayî]] [[Hayrîş Haynê]] hevalînî kir. Paşra, heta sala 1847ê, ji bo heyama 8 salan li hemî [[Ewrûpa|Ewrûpayê]] geriya.
 
Li sala 1848'ê heta 1861'ê li dîwana [[dûk|dûkê]] mezin ê [[Vaymar|Vaymarê]] (Weimar) rêveberê mûzîkê bû. Li sala 1861'ê çû [[Roma|Romayê]] û dest bi xwîndina [[teolocî|teolocîyê]] anko [[îlahiyat|îlahiyatê]] kir. Paşmaya jîyê wî di navbera Vaymarê, Romayê û [[Bûdapest|Bûdapestê]] bi danan û fêrkirina mûzîkê derbaz bû.
 
Karên piyanovanê [[Polonya|Polonyayî]] [[Fêrêdrîk Fransuwa Şopin|Şopinî]] tesîr liser Lîstî danaye.
 
==Bandora wî==
Lîsr bi yek ji nûafirînkarên [[harmonî|harmonîyê]] li sedsala 19'ê navdar e. Ew nemaze di warê bikaranîna [[Kordên Kromatîk]] da desrhel bû. Wî di warê form an qalibê mûzîkê da jî nûafirandinek heye ko bi [[leimotiv]] navdar bûye. Ew di vê teknîkê da guhartinan di têman (thematic transformation) da çêdikit.
 
Mûzîka wî ya piyanoyê jibo jenînê gelek zehmet e û wî gelek şiyanên nû nundirî piyanoyê kirin.
 
==Karên wî==
* Sonata ya piyanoyê di B Mînorê da (1853)
 
* 12 meşqên hilbir (transcedental) ji bo piyanoyê (1851)
 
* 20 Rapsodîyên Mecarî (1846-1885)
 
* 6 meşqên paganînî ji bo piyanoyê (1851)
 
* Konserto piyanoya hijmar yek di E Flatê da (1849)
 
* Konserto piyanoya hijmar du di A Majorê da (1848)
 
* Karekê sê pişkî bi navê Salên Ziyaretê (1855, 1858, 1877)
 
[[Kategorî:mûzîkdaner]]