'''Weşanxaneya Apec'''`ê bi zimanê [[kurdî]], [[erebî]], [[tirkî]], [[farsî]], [[swêdî]] û [[almanî]] kitêban diweşîne. 90% ji kitêbên ku hatine weşandin bi herdû diyalektên kurdî yên sereke; [[soranî]] û [[kurmancî]] ne. Bi diyalekta dimilî([[zazakî]]) jî heta niha hatine weşandin. Piraniya berhemên weşanxanê, kitêbên zarokan in. Ji derve yî kitêbên zarokan kitêbên li ser dîroka kurd û Kurdistanê û folklor û zimanê kurdî jî tên weşandin. Weşanxane giringiyê dide kitêbên bi zimanê kurdî, bi taybetî yên ji bo zarokan û yên hindekariyê.