Kêste: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Gundê Kêste ser bi eşîreta Berwarî joriyane û dikeve rojavayê eşîreta Berwariya çemê Xabîrî êko ji Bakûrê Kurdistanê tê weke gerdeneke zêrî di ber gund re derbas dibe û xweşîk bûnek bê hempa didie gund akinciyên gundê Kêste li sê cihan rûdinên ji wan cihan jî evin Kêete aqarê Milê û Gerimkê, her wiha li gdun du cihên ku vele jî lê dijîn hene ew jî evin Aqarê jorî û Aqarê jêrî, gundên cîranên Kêste jî evin gundê Çelkê û gundê Hirorê dikevin rojhilatê Kêste, li rojava û Bakûrê gund jî gundê Nizdorê heye ku dikeve aliyê din yê çemê Xabîr gundê Nizdorê girêdayî eşîreta Guliyane çend herêmên gund yên bi nav û deng jî evin Zinare Kêste ku çiyayekî as û ciwane û li herêmê baş tê nasîn kaniyên avê yên dikevin Bakûrê gund û li nêzî sinorê Bakûrê Kurdistanê weke kaniya Bêlimbîrê, ava Sîrtê, kaniya Berx şoyê li geliyê Zendorey, Kaniya Hirçînkî, jiyna xelkê gund ji kevinda li ser xwedîkirina terş, peze û mêşên hingîvîne li gund her wiha wekî din di warê çandiniyê de xelkê gundê Birinc û fêkiyên cûr bi cûr diçîne û bi taybetî jî Sêv û Gûz Kêsteyî heta salên 1970 yan jî weke koçera di jiyan bihara diçû zomên ber biharê û havîna jî di çûn geliyê Zendore, geliyê Sîrtê û ser kaniya hirçînkî, kaniya Bilmbîrê û gelek deverên din yên ku weke zozoanên Kêsteyan dihatin naskirin.gundê Kêste yê serkî sala 1976an ji aliyê rejîma Êraqê ve hate şewitan din û gundî bi darê zorê hatin kêçber kirin hin ji wan çûn ber bi Îran û Tirkiyê hin ji wan jî mecbûr man li wargehên weke kampan ku ji aliyê hukûmeta Êraqê ve hatibûn avakirin bi cih bibin gundê Kêste piştî serhildana Adara sala 1991an careke din hate avakirin lê mixabin ne li cihê xwe yê resen li Gerimkê hat avakirin ji ber ku riya maşîna naçe gundê kevin gund vê carê li Gerimkê hat avakirin gund sala 1970 yan nêzî 140 malan bû lê niha ew hijmar gelek zêde bûye û bûye nêzî 300 malan lê piraniyan xelkê kêste ne li gund dijîn ji gundiyên Kêste nêzî 50 malbatî li Emerîka û Keneda dimîni û nêzî 50 heta 60 malbatî jî li welatên Ewrûpa Siwêdê Elamniya Firansa Holenda û Nerwîcê dijîn, herwiha beşekî mezin yê xelkê Kêste li Dihok û bajarokê girêdayî Dihokê Maltayê dijîn niha nêzî 80'ê malbatî li gundê Kêaste dimînin........
'''Kêste''', [[gund|gundekî]] herêma [[Berwarî Bala]] ya grêdayî [[Duhok|Duhokê]] ye.
 
{{kurt}}
 
[[Kategorî:Gundê Berwarî Bala]]