İsmail Çoban: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 4:
 
Piştî xebata çar mehan weke mamoste li [[Misirc]]/Ridvan, di navbera salên 1965'a û 1968'a li Zaningeha Hunerê li Stembolê dixwînê. Paşê çend mehan weke wênekêş û nûçegihan li [[bakurê Kurdistanê]] dixebitê. Di sala 1969'a de diçê Almanyayê û li wir li çend cihan xwendin û pîşeya xwe bi pêş dixê. Ji sala 1971'ê û paş de li bajarê [[Wuppertal]]ê weke wênesaz û grafîker dixebitê.
 
Di 30 salî de İsmail Çoban berhemek mezin bi wateyek navnetewî afirand û di qasî 400 pêşengehan de peşkeş kir. Hunera wî hem ji aliyê çanda almanî û hem jî ji ya gelên Tirkiyê tesîra xwe girtiye û hem ji di bin bandora daxwaza nêzîkbûn û hevûdû fêmkirina gelan de maye. Çoban xwe weke "hunermendekî cihanî" dibînê.
 
== Weqfa İsmail Çoban ==
 
Ji bo alîkarî û piştgiriya hunermendên ciwan, ên kû hunera wan dikarê nêzîkbûna navbera gelan de pêş de bibê, İsmail Çoban di sala 2006'a de ''Weqfa İsmail Çoban ji bo piştgiriya hunermendên ciwan '' ava kir. Ji bo despêkê İsmail Çoban berhemên xwe bi nirxê 1.000.000 Euro kir xizmeta weqfê.
Bi vê weqfê İsmail Çoban dixwazî bibê alîkar ji bo hunera wan hunermendên ciwan ku dikarê bibê pêngavek di nêzîkbûna navbera almanan û biyaniyan de û li aliyê din bibê navendek ji bo hunera wan mirovên kû hêjî weke "biyanî" (xerîb) li Almanyayê dijîn.
 
== Girêdanên derve ==