Qerqatkê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Rêşad Sorgul |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
Qerqatkê gund e, bi ser navçeya Amedê Çinarê ye. Dewleta Tirk navê Dikmetaş lê kiriye. Gundekî kevne. Li ser rêya hevîrmêş e. Li dora wê gundên bi navê Elwendiyê, Bedulyê, Qancoxwazkê, Qazox û Kanîsipiyê hene. Gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xirakirin. Niha kes lê rûnanê. Erdê gund bi xêr û bêr in. Ziyaretek bi navê Mezrikê li aliyê wê yê Başûr dikeve. Li [[Mezrikê]] darên tihok û guvîjan hene. Kes newêre destê xwe bide van daran. Ji lewra dar gelekî pîrbûne û heta mirov dikare bibêje riziyane. Li vê ziyaretê marê reş ên mezin hene. Kes wan nakuje, ji ber ku pîroz têne dîtin. Mar jî bi kesî venadin. Li ser wan gelek tişt têne gotin. Di navbera Qerqatkê û Elwendiyê de li hemberî aşê gund ê bi avê dixebite hin xirbeyên dîrokî hene. Lê belê di binê erdê de wenda bûne û li ser wan cot tê kirin. Li Rojhilatê Qerqatkê Qerqatka Kevin heye. Kolike wer diyare bi destan ew kolik çêbûye û ji dema baweriya kevin a Kurdan maye. Ji ber
Li Rojavayê Qerqatkê çiyayê Qerejdaxê weke tabloyekê radiwest e. Ava kaniya Qerqatkê havînan hinik e, zivistanan germ e. Li derdora deh darên tûyê yên mezin li gund hînê hene. Gund debara xwe bi genim, ceh, nîsk, nok û bîstanan dikir.
|