Bavé Erdal ronahi ye
'''Mahmut Yıldırım (Yeşil)''' (* [[1951]] li gundekî [[Bongîlan]] navê wê Dîcnîk e) yek ji endamê saziya sîxuriyê ya dûgela Tirk [[MİT]], [[JİTEM]] û komên kontrgerîlla yên saziya taybet a bi navê [[ÖKK]] ye.
Bi eslê xwe Kurd e. Navê diya wî ''Derdê'' ye. Navê bavê wî ''Biko Xido'' bûye. Diya wî sê mêr kirine. Di sala [[1973]]'î de ji aliyê artêşa Tirk ji ber nêrînên wî yên çepgîr tê binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de li dijî çepgîrên herêmê wekî sîxur tê bikaranîn. Piştre artêş wî perwerde dike û di nava MİTê de bikartîne.
Di salên 1980 - 1990 li dijî hêzên çepgîr ên Kurdistan û Tirkiyê wekî êşkencekar, kujer û sîxur kardike. Di salên 90'î de îcar wî li Kurdistanê, li dijî hêz û rêxistinên Kurdperwer bikartînin. Ji ber ku ew sîxur e, gelek navên wî hene.
== "[[Topal Osman]]ê nû" ==
Li gorî gelek ronakbîrên Tirk ew Topal Osmanê nû yê dewleta Tirk e û ew jî wekî Topal Osman piştî bikaranînê hatiye kuştin û êdî najî. Dewleta Tirk hemî kiryarên xwe yî dijmirovane dixe para Yeşil. Navê Yeşil li Kurdistanê tê wateya mirinê. Di gelek lêkolîn û darizandinan de navê wî wekî kujer derbasdibe. Tê gotin parlamanterê Kurd [[Mehmet Sîncar]] wî bi destê xwe kuştiye û [[Mûsa Anter]] jî daye kuştin. Di kuştina hezaran Kurdî de cihgirtiye.
== Hin kodnav û binavkirinên gel bo Yeşil ==
Sakalli, Ahmet Demir, Turan Oğuzsoy, Metin Atmaca, Halis Türk, Kamuran Dımbıloğlu, Bertal Zaza, El-Cuneyd, son Türk büyüğü - mezinê Tirkan ê dawî, lacê Misto Kor, bêbav, pîncê Bongîlan, siya Atatûrk hwd.
== Efsaneya Yeşil ==
*Tê gotin ji ber ku bavê wî bi Tirkî nizanîbûye berçavê gundiyan lêdaye û xwîn ji dev-pozên wî aniye. Ji gundiya re gotiye "Kê li Tirkiyê bi Tirkî neaxive, bila bavê min be paşeroja wê ev e û divê ji we re bibe mînak".
*Li Batmanê bi navê Xalê Remzî gundiyekî 70-80 salî jiber ku bavê fermandareke gerîllayê PKKê bû, bi saxî bi birekê jêkiriye û vê yeka han neviyên wî û gundiyan dîtine.
*Hêştirmeyek (qantir) gerîlla dîlgirtiye û di paşiya wê de dînamît çikandiye û teqandiye. Gotiye "dijmin dijmin e çi mirov, çi ajal".
*Dema êşkence bikira digotibûye "De bila Xwedê were we azadbike" û di operasyonên li dijî gundên Kurdan de "Elahûekber" digotibûye.
*Hege du Kurd dîlbigirta bihevdu re dida lêdanê û dawiya êşkenceyê de yek bi yê din dida kuştin.
*Tê gotin ew jî di nava projeya veqetandina zazayan ji kurmancan a dewleta Tirk de cihgirtiye û aleke bo zazakîaxêvan çêkiriye ku ji kesk û sor pêk tê.
*Tê gotin di operasyona dîlgirtina îtîrafkerê PKKê [[Şemdin Sakık]], organîzasyona artêşê ya firotina [[eroîn]] û [[kokaîn]]ê û bûyera [[Susurluk]]ê de cihgirtiye.
Dewleta Tirk daxûyand ku di sala [[1996]]'î de têkiliya wî hatiye qutkirin û ew nizanin Yeşil li kû dijî.
== Yeşil baloneke pifkirî ya artêşa Tirk e ==
Hin kes di wê baweriyê de ne ku Yeşil kodnaveke çalakiyên taybet û kirêt ê artêşa Tirk e. Bi navê Yeşil kujerek hebûye û piştî bikaranînê dewletê ew ji holê rakiriye û her roj propaganda vî navî dikin da ku Kurd bitirsin. Dîsa dewlet karê xwe yên kirêt dixe stûyê kesan û xwe paqij dertîne.
[[Kategorî:Sîxurî]]
[[Kategorî:Kontrgerîlla]]
|