Stefan Zweig: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 11:
Piştî ku li [[Împeretoriya Elman]] sala 1933an Nasyonalsozyalîst bûn desthilatdar, vê yekê bandora xwe li Awusturyayê jî kir. Ji ber vê yekê jî Zweig neçar ma 1934an koçberî Londonê bibe. Pirtûkên wî êdî li [[Elmanya|Elmanyayê]] nedihatin çapkirin. Di Adara 1933an de novela wî ''Brennendes Geheimnis'' ango 'Sirra Dişewite' bû film. Lê ji ber ku navê film şewitandina ''[[Reichstagê]]'' ango parlemanta Elmanya ya wê demê dianî bîra mirivan, [[Joseph Goebbels]] film qedexe kir û fermana nefirotina pirtûkên wî da. 1936an pirtûkên Zweig li Elmanyaya Naziyan hatin qedexekirin. Zweig 1938 dev jina xwe ya pêşî berda û 1939an bi Charlotte Altmann re zewicî.
 
Piştî destpêka [[Şerê Duyemîn ê Cîhanê]] Zweig bû welatiyên Brîtanyayê. Paşê di ser [[New York]] û [[ArjentînaArjentîn|ArjjentînayêArjjentînê]] re 1940î gihîşte [[Brezîlya|Brezîlyayê]]. 1942an novela wî ya navdar ''Schachnovelle'' ango 'Novela Kişikê' hat weşandin. Piştî mirina wî 1944an pirtûka wî ya li ser jiyana wî ''Die Welt von Gestern'' ango 'Dinyaya Doh' hat weşandin.
 
Stefan Zweig bi vexwarina jehrê 22ê Sibata 1942an li Petrópolisê (li Brezilyayê nêzî Rio de Janeiroyê) xwe kuşt. Jina wî jî piştî mirina wî Morfîna zêde stand, xwe li cem Zweig dirêj kir û mir.