Muhemmed Îqbal: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Derbaz (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Mihemmed Îqbal''' di sala 1873 an da li welatê [[Pakistan]] ê li bajarê [[Siyalkut]] ê ji dê û bavekî sofî û oldar hatiye dinê. Zanistiya wî yê yêkemin li ser [[Quran]] a Piroz bûye. Di piştî xilas kirina medreseyê, Îqbal bi alikariya mamosteyên xwe yên zimanê erebî û farisî, dest bi xwendina edebiyata îslamî kiriye. Dûra jî li bajarê [[Lahor]] ê zanko xwendîye û li fakûlta zimanzanina rojhilat bi xwe mamostetî kiriye. Di van salan da wî gellek helbest jî nivisandiye û weşandiye.
 
Di sala 1905 an da Îqbal li zankoya [[Londra]] yê bi nav [[Chambrich]] ê li ser felsefe û îqtisadê mezûn dibe. Li Londra yê sê salan dimînî û li vir li fakûlta ziman û edebiyata erebî mamostetiyê dike û gellek konferansan li ser ola [[Îslam]] ê dide. Dîsa di van sê salan da Îqbal li ser dadmendiyê dixwinî û di piştî girtina diplomaya dozgertiyê, tere [[Elemanya]] yê û li zankoya [[Münih]] ê li ser felsefeyê doktora xwe dike. Gava ku Îqbal di sala 1908 ê da vedigerî li [[Hindistan]] ê di hêla xandewanên xwe da bi coşekî mezin tê pêşwazî kirin.