Xeze: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 20:03, 30 kanûna pêşîn 2008

Xaze ((erebî) Îbranî: עזה ) bajarê herî mezinê di nêv Şirîta Xazeyê de dimeye û ji sala 1994'an virve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Fîlîstînê de ye. Lê ew ji pûşbera sala 2007'an virve wek de facto di bin kargeriya Hamasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.

Dîrok

Xaze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12'an b.z. bi Misira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî. Bi sedsala 6'an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xaze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împaratoriya Farisî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98'an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tune kirin.

Ew di dema Împaratoriya Romayê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7'an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100'î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170'an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê Memlûkan re heta şerê cîhanê yê yekemîn di dest Osmaniyan de ma. Di 7'ê sermawezê 1917'an de ew bi dest Împaratoriya Brîtanyayê ket.

Ew li vê şunda bi Şirîta Xazê ve tev wek Mandaya Fîlîstînê di dest Împaratoriya Brîtanyayê de, ta ku di sala 1948'an ji hêla Misirê hat dest xistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraîlê di Şerê Şeş Rojan, di dest Misiriyan de ma.

Îro

Xaze îro bi Şirîta Xazeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Fîlîstînê xuya dike jî di bin kontrola Hamasê de ye. Lê ew nêzî saleke ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraîlê de ye. Di êrîşên Îsraîlê ên 27-28'ê berfanbarê 2008'an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.