Hozan Serhad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpel hate vala kirin
B Guherandina 193.200.150.167 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Bablekan
Rêz 1:
[[Image:Hozanserhat.jpg|right|Hozan Serhat]]
'''Hozan Serhat''' (1970-1999) hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna azadiyê ye.
 
==Jiyan==
Serhat di 24'ê tîrmeha [[1970]] yî de li Zêdkana (Eleşgirt) [[Agirî|Agiriyê]] tê dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji [[Patnos|Patnosa]] [[Agirî]] ye. Süleyman Alpdoğan (Serhat) ji du xwişk û sê birayan ê herî biçûk e. Serhat zarokatî û civantiya xwe li [[Patnos|Patnosê]] derbas dike; heya lîseyê li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xwe de bala wî diçe ser tenbûrê.
 
Di salên [[1985]]–[[1986|86]] an de ku du sal di ser despêkirina şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya [[Kurdistan|Kurdistanê]] re derbas dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê [[Tirkiyê]] jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekê de li Tirkiye û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pê dike. Bi vî awayî ciwanan dikişînin ber bi vî aliyî de. Süleyman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyî de ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kaseta xwe ya yekemîn çêke diçe [[Stenbol|Stenbolê]] û li wir bi navê [[Murat Esen]] kaseta bi navê [[Gulo]] derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî Emrah e. Süleyman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988 an de dikeve azmûnê û [[Konservatuwara Dewletê]] ya [[Zanîngeha Egeyê]] beşa [[Muzîka Tirkî]] qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be .
 
Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di 91 ê de dizewecin. Di tîrmeha heman salê de jî her du beşdarî nav refan dibin. Yıldız, ku niha li Girtîgeha [[Amasya|Amasyayê]] ye li [[Cizîrê]] tê girtin û 12 sal û 6 mehan cezayê hepsê lê tê birîn. Süleyman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî [[Akademiya Mahsum Korkmaz]] dibe. Ji wir ji ber profesorbûna wî ya di warê muzîkê de wî dişînin [[Hunerkom|Hunerkomê]]. Li vir di nav [[Koma Berxwedan]] de dixebite.
 
[[Image:Serhad1.jpg|left|Hozan Serhat]] Li Ewrûpayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî digot şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şeroşger peywirek e û wiha digot: "Çavkaniyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkaniyê bi taybetî derxistina çanda kurdî, peywireke me ye."
 
Hozan Serhat daxwazên xwe pêk tîne û di sala 1996 an de vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li [[Yap|Zapê]] dimîne, diçe [[Navenda Çanda Mezopotamya|Navenda Çanda Mezopotamyayê]] ya [[Hewlêr|Hewlêrê]]. Li vir hema li her deverê [[başûrê Kurdistanê]] beşdarî dawet û şahiyan dibe.
 
Hozan Serhat ji sala 1998 an pê ve bi pratîkî di nav şer de cih digire. Di reşemiya [[1999]] an de beşdarî [[Kongreya 6.emîn a PKK]] ê dibe. Ew di kongreyê de, ji bo karên Ewropayê tê peywirdarkirin, lê ji ber ku komploya ku di 9'ê Keçêrê dest pê kiribû rû dide û Serokê Giştî yê [[PKK]] ê wekî dîl tê girtin, dixwaze ku çûyîna wî bê lipaşxistin. Di kongreyê de her wiha qerar tê dayîn ku koma [[Hüseyin Kaytan]] û kameraman [[Halil Uysal]] jî herine herêma [[Botan|Botanê]]. Hozan Serhat jî ji bo kişandina klîban, dixwaze bi wan re here.
 
Hozan Serhat tevî yekîneya xwe di tîrmeha 1999 an de li [[Elk|Elka]] [[Culemêrg|Culemêrgê]] dikeve kemîna artêşa tirk. Ew ji komê vediqete lê bi birîndarî dikeve destê dijmin; di vê pêvajoyê de li hemberî zodariya ji bo teslîmiyetê serî radike. Ew Hozan Serhat di roja 10.emîn a dîlketinê de li [[Faraşîn|Faraşînê]] derdixin operasyonê û Serhat, li wir dikeve nav karwanê pakrewanan.
 
 
==Berhem==
*[[Gulo]]
*''[[Hewlêr (album)|Hewlêr]]'' - 1999
* Çûka serê darê
 
==Girêdanên derve==
 
*[http://www.ozan-serhat.8m.com Malpera Ozan Serhad] (alternatîf)
*[http://www.ronibaran.de/4901/133004.html Gotinên stranên Hozan Serhat]
 
[[Category:Hunermend|Alpdoğan, Süleyman]][[Category:Şehîd|Alpdoğan, Süleyman]][[category:şoreşger]]