Nesip Gültekin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Nesip Gültekin''' di sala 1954'an de li [[Pasûr]] a girêdayî [[Amed]]ê hate dinê. Dibistana seretayî li Gundê Kuyê kuta dike. Dibistana Mamostetiyê ya Seretayî li [[Erxenî|Erxeniyê]] kuta dike û di sala 1976'an de dest, li gundê Pêdar a [[Perwarî]] ya [[Sêrt]]ê dest bi mamostetiyê dike. Dû re li Pasûr, Bismil û nav Amedê de mamostetyiyê didomîne. Di salên 1993-1998'an de di lijneyên [[Egitim-Sen]]ê de cih digire û ji sala 1998'an heta 2001'ê jî di rêveberiya wê ya Amedê de cih digire. Di sala 25'emîn a mamostetiyê de ji Amedê koçberî [[Erzerom]]ê dibe. Li Erzeromê ji mamostetiyê malnişîn dibe.
 
Di Komeleya Mafê Mirovan de li Amedê nêzîkî 2 salan di rêveberiyê de cih girt. Di sala 2004'an de piştî ku [[Enstîtuya Zimanê Kurdî]] li Amedê hate damezirandin, damezirî û serokatiya wê jî kir.