Muhemmed Emînê Heyderî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Bangin (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Martinus hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 85.104.239.55
Bangin (gotûbêj | beşdarî)
revert; lînkkirin bes carekê gereke
Rêz 1:
Seyda '''Mihemed Emînê Heyderî''' di sala 1927’a de rojek duşemê li banga limêja sibehê li gundê [[Keleh]]ê ya [[Nisêbîn]]ê hatiye dinê. Gundê Kelehê li navçeya Bunisran bi av, rez û baxçeyên xwe navdare.
 
[[Wêne:Heyderî.JPG|thumb|Mihemed Emînê Heyderî]]
 
Bavê wî alim û şair ê bi nav [[Edîb Melle Ahmedê Heyderî]] ye. Melle Ahmedê Heyderî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê ji eşîra Asiyane. Li gor kesên ku di dema wî de jîyane, Melle Ahmed di edebiyat û ilmê tasawufê da û di ş’ir a diwanê da alimekî şareza ye. Melle Ahmed xwedî berhemên bi kurmancî, wek ''Dîwana Qasîde'', ''Dîwana Aqîde-î Îman'', ''Dîwana Munacata Heyderî'' û Pirtukek li ser astrolojî "feylosofî" psikolojî ye. Melle Ahmed piştî [[şerê cîhanî yê yekemîn]], bi Sediqa ya keça seyda yê xwe Melle Elîyê Koçerê Hevêdî re dizewice û ji vê zewacê Seydayê Muhammed Emîn El Heyderî tê dinê.
 
Seyda dersên xwe yên ilmî cara pêşîn ji bavê xwe digre û di 7 salîya xwe de Kur’an ê xitm dike.
Piştî bavê wî di sala [[1937]]’a da wefat dike diya wî ew dişîne [[medrese]]ya Şêx Ehmedê Xeznewî. Li ba Şex Ehmedê [[Xeznewî]] û li medrese yên din ilmên dînî û tassawufê dixwûne. Şêx Mahsumê Xeznewi, Şêx Aladdinê Xeznewi, Şêx Abdulrezak ê Helêla û Şêx Abdulletif ê Dâlini çend ji seyda yên wî ne. Destûr a xwe ya ilmî ji xelîfê Şêx Ehmedê Xeznewi, Şêx Abdurrezak ê Helêla digre.
 
Medrese ya Şêx Ehmedê Xeznewî di jîyan a seyda da cihek girîng digre. Piştî temamkirina xwendina xwe ji li wir dimîne û muderrîsî dike. Bi vê awayê bi rîya hevdudîtin ên bi alimê hemdemê xwe ra xe pêşve dibe û ji her tiştî girîngtir dibe xwedî dîtineke mutassawuf. Ev dîtina mutassawuf di hemî jiyana wî da jê re buyê wek rêber.