Xurs, Qoser: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 9:
Li pêy Hemzîyan îca piştî fitleke din merev dighêje [[Elîpaşa]]. . . ew jî li mil ê çep ê rîyê dimîne. di vê navê de ji dûr ve Xursanavê, bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe. her wiha hemû dehl, rez û çandinîyên zevîyan li ber çavan xwe radixin. Dar û berên [[zeytûn]], [[hejîr]], [[dilb]], [[kenêr]], [[behîv]], [[bihîvtalk]], [[guhîj]], [[teew]], [[guz]], [[mişmiş]], [[sipîdar]], [[helalk]], [[dêlî]] û [[mêwên rezan]], [[bîh]], [[qizwan]], [[beniştok]], [[berrû]], ber bi bilindahîya çîyan ve [[mazî]], [[encas]], [[xox]], [[hirmî]], [[sêv]] û hin cure darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin...
 
Ji gund ê Hecîfaris heta bighê Elîpaşa, li herêmê wek"Xurs a jêrîn"tê bi navkirin. Ji Xurs a navê re jî;ji ber ku li navbeyn a gundên jêr û jor e;"Xurs a navê" ango [[Xurs]] a ku li nava gundên Xursê dimîne hatîye gotin. Xurs a navê;li ser panavekê ava yeûye û li ser du çeman e... Çemek jê ji hêl a gundên Xubaz tê, ji kanîya "eynmecnûn" dertê, çemê din jî ji Xurs a jor, ji ser ê kanîyê dertê. ğiştî merev Xurs a navê derbas dike; rê ber bi bakur ve dighêje herdu Xubazan. yek Xubaz a jêr, yek jî ya jorîn tê zanîn. bi hêl a çepêde rê îca li dor a kela şêxilqesir di fetile û dighêje gundik ê Çelebîyan. Merev wir jî derbas dike, îca rê piştî" kevir ê idêska" dibe du şaxan; hêla rastê Meşkîna û Heftêxwehan, hêl a din jî dighêje gund ê İzêr. divê merev bêje ku di ser pir a gundê izêr re du sê mal ava bûne. ji wê derê re jî di bêjin"Eyşibîb"... Ew rêya ku li binya Eyşibîb dîsa dibe du şaxan, şax ê çepê, diçe gund ê Bavina. . .