Cudahiya di navbera guhertoyên "Mezopotamyaya Hexamenişî" de

7773 bayt hatine jêbirin ,  berî 13 salan
kurteya guhartinê tune ye
B (Împeratorya Medan çû cihê Mezopotamya Hexamenişî: Ew rûpel berî hebu.)
Med û Faris Li Ser Babîliyan Biser Dikevin. Di sedsala 8 an de B. Z. [[Îşa]]ya [[pêxember]] ji berê ve pêşgotinî kirî bû ku, wê [[Yahowa]] li dijî Babîliyan “Medan” hişyar bike, “bo wan qîmeta zîvê nîne û bi zêran vê dilê wan xweş nabin. Û dê bi kevanan ciwanan li erdê bixin” (Îşaya 13:17-19; 21:2). Bêjeya Med dikare li vir di heman demê de bo Farisan jî bê bikaranîn. Qîmetnedayîna zîv û zêr dikare li vir bi vê maneyê be ku, ew temamen li pey girtin û bidestxistina xenîmeta Babîle bûn, wan tu carî qîmet nedan diyariyên rişwetan, da ku ew ji hedefa xwe şaş bibin. Med û Farisan tîr û kevan bi gelemperî bi şêweya çek bikar dianîn. Carcaran medan kevanên xwe bi metal yanî tunc û bafûn yan jî bi sifir dineqişandin (Kerem kin bidib ber ayeta Zebûr 18:34 an). Herhalde „bona ku Babîlê helak bike“ û ciwanên wan hûr bike tîrên wan mîna refê çûkan û tava zîpikê difiriyan û diçirûsikîn, ji ber ku ew hatibûn birqandin da ku tîrên wan bikarîbûyan kûr di bedenê de biçûyan (kerem kin li ayeta Yêremya 51:11 an binêrin).
Dîrok û Mêjûya Medan. Medan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnda nehiştin. Agahiyên li ser wan ya ji Pirtûka Pîrozê yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin. Wek tê zanîn Medan gelek padîşahî bi destên rûspiyên êlan pêkanîne. Pesndayîn û fortên ku padîşahên [[Asûrî]] [[Şamşî-Adad]]ê pêncem, [[Tîglatpîlezer]]ê sêyem û [[Sargon]]ê duyem didin, wusa ku xwe bi awayekî serkevtî li ser hindik serwerên bajarên dûrên Medan nîşan didin. Piştî ku Asûriyan padîşahiya Îsraêl di sala 740 an B. Z. de bindest xistin û ew sergom kirin, ew „Di salan nehan ya Hoşeya de qiralê Aşûrê Samîriyê bi dest ve xist û Îsraêlê berbi Aşûrê ve ajotin û wan di [[Halal]]ê de û di Habora [îro jê re Xebûr tê gotin] ku li ber çemê Gozanê de ve û di bajarên Medan de bi cîh kirin“ (2. Qiralan 17:6; 18:11).
 
Êrişên Asûriyan ku „Medên asê“ têkin bin nîrê xwe heta dema ku padîşahê Asûr yan Aşûr Azar-Hadon yê lawê Sanherîb ku hemdemê padîşahê Cihûda Manase salên 716 – 662 an B. Z. dewam kirin. Azar-Hadon di lewhayên xwe yên nivîsî de di derbarê Medan de wusa dinivisîne: „Welatek sînorên wê heta beriya xwê diçe, di navbera welatê dûrê Medan de, li Bîknî li Çiyayên-Lapîslasûlî, serwerê bajarê bihêz ku tu carî stuyê xwe di bin kesî de xwar nekiriye, min ew û temamê gel, hesp, terş û pez û hiştirên wî bi xenîmetek mezin bir Asûrê“ (R. Borger, di lewhayên Azar-Hadon di Archiv für Orientforschung deftera 9 de li Bajarê Graz 1956, rûpel 55). Wekî din ew vê yekê jî dibêje ku, wî baca padîşahiya hersalî jî li wî bar kirîbû.
 
Li gor dîroknivîsê Yewnanî [[Herodot]] (Historien, I, 96), Medan yeketiyek padîşahî di bin serweriya kesê bi navê [[Deykos]] ava kirîbûn. Hindik dîrokzanên nûjen dêbêjin ku, di lewhayên ku tê gotin serwerê Deykos ew bi xwe Deyaûkû ye. Di êrişekî de Sargonê duyem wî esîr digre û sergomê Hamatê dike. Le belê zêdeyî kesên zana bawer dikin ku, padîşahên Medan di dema [[Kiyaksares]] (neviyê Deykos li gor Herodot [Historien, I, 102, 103]) di bin serwerekî taybet de dest bi avakirna yeketiya xwe kirine. Her çi be jî, wekî serwerên Kenaniyan bûn, carcaran di bin destûra padîşahekî ceng dikirin, le belê ew dîsa jî ta hedekî serbixwe û azad bûn. (Kerem kin li Yêşû 11:1-5 binêrin)
 
Bi Yeketiya Babîliyan Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li dijî Asûriyan de di dawiyê de di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Medan û Babîliyan bajarê Neynowê digrin. „Û destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Aşûrê tune bike û dê neynowê bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike (Tsêfanya 2:13). Hêzên dijberê Asûrî nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava Haranê ve hat birin, herçend Misir hat alîkariya Asûriyan jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Medan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku di Pirtûka Pîrozê tê gotin: „Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“ (kerem kin li Nahûm 2:8-13; 3:18, 19 jî binêrin). Wek tê zanîn medan bakurê wêlatê Asûriyan girtin bin destê xwe. Babîliyan jî başurê welatê Asûriyan kirin bin destê xwe, bi vî awayî Sûrî û Fîlîstîn jî ketin bin destê Babîliyan. Pîştî van bûyeran padîşahê Medan Kiyaksares berê xwe da Asya Biçûk heta çemê Halîs [îro jê re Kizilirmak tê gotin) pêşve çû. Li wir Medan bi [[Lîdya]]n cengek bê encan kirin. Ji wê û pêve çem û rûberê [[Halîs]] sînorên rojava yê împaratoriya Medan bû. Ev împaratorî xwe dirêjî heta zozanên temamê Îranê, [[Mezopotamya]] Bakur, [[Ermenistan]] û [[Kapadokiya]]yê dikir.
 
Medan Hêza Xwe Didin Farisan. Wê demê paytexta Medan [[Eqbatana]] yan jî [[Akmeta]] bû. Îro jê re [[Hemedan]] tê gotin. Bêjeya He-Medan nîşan dide ku ev bajar û şar bi Medan pêvendi ye (Esra 6:2). Med li gor Farisan – Parsan xwedîcîhek baş bûn. Farisan wê çaxê herêma başurê welatê Medan kirin bin destê xwe.
 
Dîroknivîsê Yewnanî Herodot û [[Ksenofon]] (li gor van çavkaniyan Historien, I, 107, 108 Cyropädie, I, ii, 1) dibêjin ku, Kiyaksares ku dundarê [[Astiyages]] ( di nivîsên mixî „Ištumegu“ de) keça xwe Mandanê bi jintî dide serwerê Kambîzes, ji vî çiftî Koreş yê duyem tê dunya ye. Piştî ku [[Koreş]] dibe padîşahê [[Anşan]]ê, ku deverek ji Farsan bû, ew leşkerên Farsan li hev kom dike, ku xwe ji bin nîrê medan rizgar bikin. Di Dîroknameya – Nabonîd weha tê gotin: „Li dijî Ištumegu [Astîages] leşkerên wî serî hildan, û wan jî jî Koreş re “girtî” şandin, li ser vê jî şûnda Koreş paytextê medan girt (H. Greßmann [Hg.], Altorientalische Texte, S. 366, 367). Di vê demê de Med û Fars yek bûn ku, ji vir û şûnda împeratoriya Med – û – Fars ava kirin.
 
Bi vî awayî pêxembertiya Danîêl li ser duhêziya Med – û – Fars ku, bi beranekî bi du qiloç tê nîşan dayîn, „yê ku bilind e dawiyê derket“ yanî di cîhangiriyê de bihêzbûyîn û pêşdeçûyîna farisan li vir tê nîşan dayîn (Danîêl 8:3, 20).
 
Lê belê rastî ev e ku, Koreş ji Medan re hêz û memûriyetên mezin daye, û Medan jî di hukûmdariya împaratoriya Med – û – Fars de gelek girîngya xwe anîne holê. Mîna ku pêxember danîêl ji padîşahê Belşatsar re sira nivîsa li ser rûyê dîwar wekir, weha bû: Wê imperatoriya cîhaniya babîliyan parçe bibûya û „ji Medan û Farisan re“ bihatibûya dayîn. Di pirtûka Danîêl di cîhên din de bi gotina „zagona Medan û Farisan“ pir caran Med bi gotina pêşîn tê dîsakirin (kerem kin li ayetên Danîêl 5:28; 6:8, 12, 15 binêrin).
 
Di sedsalên şûnda dora gotinan tê guhartin, lê tenê bi yek carekî derveyî qayde (Ester 1:3, 14, 18, 19) (Ester 10:2). Nîşandayîn vê dorê zelal dike ku, ji aliyê dîrokê ve Med berî Farsan li ser rûyê dika dîroka dunya desthilatdar bûn
 
Med û Faris Li Ser Babîliyan Biser Dikevin. Di sedsala 8 an de B. Z. [[Îşa]]ya [[pêxember]] ji berê ve pêşgotinî kirî bû ku, wê [[Yahowa]] li dijî Babîliyan “Medan” hişyar bike, “bo wan qîmeta zîvê nîne û bi zêran vê dilê wan xweş nabin. Û dê bi kevanan ciwanan li erdê bixin” (Îşaya 13:17-19; 21:2). Bêjeya Med dikare li vir di heman demê de bo Farisan jî bê bikaranîn. Qîmetnedayîna zîv û zêr dikare li vir bi vê maneyê be ku, ew temamen li pey girtin û bidestxistina xenîmeta Babîle bûn, wan tu carî qîmet nedan diyariyên rişwetan, da ku ew ji hedefa xwe şaş bibin. Med û Farisan tîr û kevan bi gelemperî bi şêweya çek bikar dianîn. Carcaran medan kevanên xwe bi metal yanî tunc û bafûn yan jî bi sifir dineqişandin (Kerem kin bidib ber ayeta Zebûr 18:34 an). Herhalde „bona ku Babîlê helak bike“ û ciwanên wan hûr bike tîrên wan mîna refê çûkan û tava zîpikê difiriyan û diçirûsikîn, ji ber ku ew hatibûn birqandin da ku tîrên wan bikarîbûyan kûr di bedenê de biçûyan (kerem kin li ayeta Yêremya 51:11 an binêrin).
 
Di ayeta Yêremya 51:11, 28 an de padîşahên Medan tê gotin. Gotina Padîşahên Medan li vir bi mane û wateya ku, ew hêzên êrişî Babîlê bûn ku, di bin fermandariya Koreş de ew pirhêzên ku ya padîşah yan jî padîşahên Medan hebûn. Di wê demê de ev irf û edet gelek caran hebû. (Ji kerema xwe re li ayeta Yêremya 25:25 an binêrin). Ji vê sedemê ye ku, em dibînin Babîl bi destên leşker û hêzên yekbûyî, Medan, Farisan, Elamî|Elamiyan û hêzên ciranên din hat girtin. Padîşahekî medî ku navê wî Dara yan [[Daryûs]]ê Med bû bi şêst û du saliya xwe bû padîşahê warê Kîldaniyan yan jî Babîliyan. Herhalde bi destê Padîşahê [[Koreş]]ê Mezin [[Daryûş]]ê ji nijada Medan li ser temamê Babîlê bû padîşah (Danîêl 5:31; 9:1). Kerem kin li Daryûşê yekem re binêrin.
 
* Ji bilî nexşeya pêşîn ev agahî gişt ji pirtûka Insight on the Scriptures bi zinamê îngilîzî hatine wergirtin. Heqê van agahiyan tên parastin!
 
Serkevtina [[Îskenderê Mezin]]. Di dema [[Aheşveroş]]ê padîşah de, herhal ew Kserksesê yekem bû, dîsa jî bi „leşkerên Med û Farisan“ tê îşaretkirin. ‚Heft serokên Faris û Mediyayê ên ku herî nêzîkî Padîşah bûn’ û hê jî behsa „Zagonên Farisiyan û Mediyan“ dihat kirin (Ester 1:3, 14, 19).
 
Di sala 334 de B. Z. Îskenderê Mezin bi zelalî serkevtinek mezin li ser leşkerên Med û Farisan bidest xist, û di sala 330 an de B. Z. Mediya xist bin destê xwe.
 
Piştî mirina wî başurê Mediyayê ket destê împeratoriya [[Seloykiyan]], lê parçê bakur padîşahiya azad ma. Her çiqas Mediya ket bin destê Partan û [[Zeloykiyan]] jî, lê zanyarê cîhûwaran [[Ştrabo]] destnîşan kir ku, di sedsala yekem de D. Z. hê jî dundana padîşahiya medan hebû (Strabos Erdbeschreibung, 11, XIII, 1). Di sala 33 an de D. Z. di roja [[Pentîkost]]ê de bi Medan re Part û Elamî jî di nav neteweyên din hebûn ku, ew bo perestinê hatibûn Orşalîmê. Ji ber ku ew bi gotina „Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê“ tên binavkirin, bi îhtîmalek pir mezin ew dundar û neviyên Cihû bûn ku, Asûriyan ew ji Îsraêlê sergom kirîbûn. Asûriyan ew Cihû bi esîrtî biribûn bajarên Medan, yan jî hindik ji wan baweriya xwe bi olê Cihûyan anîbûn (Kerem kin ayetên Karên Şandiyan 2:1, 5, 9 bixwînin).
 
Îro gelê Kurd dibêje û îdea dike ku, ew dundan û neviyên Medanin. Eger mirov ziman, dîrok, cîhûwar û civaka Kurdan bîne ber çavan, em pir nêzîkiyan di navbera Medan û Kurdan de dibîne.
54

guhartin