Casus belli: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Casus belli''' (bi [[latînî]]: ''sedema şer'') ji bo bûyerekê ku dibê sedema destpêka şer tê gotin. Casus belli ne ji bo sedemên ku hiştin rewşek di şer de bi encam bibê tê gotin, lê piranî ji bo bûyera herî dawî, kû dibê sedema destpêkirina şer. Gelek caran hin dewlet armancên xwe yên veşartî hene û dixwazin wan bi riya şerekî bicih bînin, lê li sedemek şer digerin, wêgavê hinek bûyeran pêk tînîn ku aliyê din hinek tiştan bike, kû ji wan re riya şer vebê. Bi vê yekê aliyê şernexwaz hinek tiştan dikê ku dibê behane ji bo aliyê şerxwaz ku êriş bikê û vê yeke bi parastina xwe nîşan dikin.
 
== Mînakên bo Casus belli==
*[[Sûîqasta Sarayevo]] di [[28'ê pûşpera]] [[1914]]'a ku têde [[Franz Ferdinand]] û jina xwe hatin kuştin û bû sedema [[Şerê cîhanî yê yekemîn]].
 
*Ji bo ku sedemekê û behanekê jibo [[Şerê li dijî Polonya]] biafirînê, [[Almanya]]yê di [[31'ê gelawêjê]] [[1939]]'a de çend nakokiyên ser sînor û erişa li dijî [[Sentrala radyoyê ya Gleiwitz]]ê provoke kir.
 
*Girtina [[Tengava Tîran]]'ê ji aliyê [[Misir]]ê bû sedema [[Şerê Şeşrojî]] bi [[Îsraîl]]ê re.
 
 
[[Kategorî:Gotinên Latînî]]