Begzade: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 31:
 
 
== Mistefa Beg ==
 
Mistefa Beg heta sala 1789-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, ku wê salê li gel Îranîya li şer da bû û bi destê 'ecema hate kuştin. Serêt birîyêt Mistefa Beg û Qadir Begê serokê Herkîya ku li gel Mistefa Beg hatibû kuştin, 3 roja li ber derê mizgewta Bazarbaşa Urmîyê, 'ecem didanêne pêşangehê. Dîwarê şûra bajêrê Urmîyê bi bêgarî, li êxsîrêt Tergewer û Beresori didene çêkirin.
 
 
== Birahîm Xanê I ==
 
Birahîm Xanê I heta navbenda sala 1810-1814-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye.
 
 
== Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II ) ==
 
Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukrîya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe. Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgirîya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.
 
Line 45 ⟶ 48:
 
 
== ’Elî Eşref Beg ==
 
’Elî Eşref Beg heta sala 1855-ê Mîrê Beresori û Tergewer bûye.
 
Line 51 ⟶ 55:
 
 
== Perev Xan ==
 
Perev Xan heta sala 1857-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, li gel Îranîya da şer da bû û bi destê wan hate girtin.
 
Line 57 ⟶ 62:
 
 
== Hesen Beg ==
 
Hesen Beg kurê Mîremadîni û heta sala 1883-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, hevkar û bûrayê Şex Ubeydula bû ku arîkarîya şorişa wi kir û paşi şorişê 3 sala dewan da şorişê û paşi 3 sala şerê li gel Îranîya hate girtin û li girtîgeha 'ecema da li sala 1883-ê hate jehir dan û koça duwahî kir.
 
 
== Mîrĥac Beg ==
 
Mîrĥac Beg kurê mezinê Hesen Beg, heta sala 1906-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê wi birayêt wi li hember Îranê şoriş kirin. Xalfîn li kitêba xwe da dibêjît: Duway awarekirina Şêx Ubeydula, li Kurdistana Îranê li dehsalêt ĥeştê (80) li sedsalêt 19-ê da şorişa hêzêt Kurda û şerê wan li gel hêzêt Îranî hêşta duwahî nehatibû, bitaybet salêt 1886 ĥeta 1888-ê. Xalfîni herweto yê goti: Hasso Beg (gel Hisên Beg bûye) û Bedrî Beg (gel Bedirxan Beg bûye), kurêt Hesen Begê serokê hêzêt Deştê, ku babê wan li girtîgeha Îranê jîyana xwe li dest dabû, hêzek pêkwe înan û dest hawêtne şer û hêrişê li ser hêzêt Îranê û tirsek zor êxistine nav dilê ĥakimê Urmîyê.
 
Line 67 ⟶ 74:
 
 
== Gorgîn Beg ==
 
Gorgîn Beg kurê Hisên Beg û birazayê Mîrĥac Beg, ku bi navêt Sertîp, ber wê ku dereca sertîpîyê li dewleta Îranê wergirtibû, Qurto Beg û Kurdo Beg jî navdar bibû heta sala 1917-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê Gorgîn Beg kurdêt Tergewer û Beresori li gel Asurîya, Misîonerêt Emrîkî ber wê ku alîyê Asurîya digirtin, Urisa ew jî her li ser Asurîya û dewleta Îranê, şer da bûn!
 
 
== Nurî Beg ==
 
Nurî Beg birayê Gorgîn Beg, heta sala 1965-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, arîkarîya şorişa Simayil Axa Simko û komara Mehabadê kir, Li komara Mihabadê dereca Serhengîyê hebû û yêk li wan serokêt kurda bû ku ser li Baku yê day. Paşi komara Mihabadê li gel Mela Mistefa Barzanî şer hat û çend çekdar li her dû alîya hatine kuştin.