Alparslan Türkeş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: kk:Түркеш, Алпарслан
Rêz 1:
'''Alparslan Türkeş''' (Hüseyin Feyzullah) (*[[25'ê sermawezê]] [[1917]] li [[Nîkosiya]] – †[[4'ê avrêlê]] [[1997]] li [[Enqere]]) damezrêner û serokê tevgera nîjadperest a Tirk [[MHP]]ê, yek ji endamê hêzên biçek ên tarî [[ÖHD]], leşker û siyasetmedarê [[Tirkiyê]] ye.
 
sadasd
== Serokê nîjadperestiya Tirk ê ne-Tirk ==
 
Bi eslê xwe ji malbateke [[Qefqasî]] ji bera [[Çerkez]]an e. Alparslan Türkeş navê wî yê kod bû. Navê wî yê berê ''Hüseyin Feyzullah'' bû. Türkeş ji ber ku endamê hêzên sîxurî ya Tirkiyê bû, gelek kodnav bikardianîn. [[Nikis Viloivlis]], [[Borz Rahmani]], [[Agop Ararat]] hwd. Gorî hin îdîayan, navê wî yê rastî [[Borz Rahmani Anzorohli]] bûye. Lê ev tenê îdîayek e. Bi derketina zagona paşnavan li Tirkiyê ew wekî malbat nav û paşnavên [[Tirkî]] ji xwe re digire. Beriya zagonê navê wî Hüseyin Feyzullah bûye. Tê gotin ji ber ku ew ji bera Çerkezan bûye, nîşaneya [[gur]]ê ji wir hatiye. Tê zanîn Çerkez sembola gurê bikartînin û di çanda wan de ev sembol cihekê girîng digire. Dîsa tê zanîn gur bi destê Türkeş bûye sembola nîjadperestiya Tirk. Di dema Osmanîyan de bav-kalên wî tevlî serhildaneke Çerkezan dibin û ji aliyê dewleta Osmanî ve wekî sirgûn dişînin girava [[Qubris]]ê. Türkeş li wir jidayîkdibe û heya 12 saliya xwe yek bêjeyek bi Tirkî nizane, [[Grekî]] diaxive.
 
== Jînenîgarî ==