Misirc: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 18:
|malper=
}}
[[Misirc]] (tr: ''Kurtalan'') şêniyek ji navçeyên [[Sêrt]]ê ye, li [[Bakûrê Kurdistanê]] li [[Deşta Xerzan]] dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê [[Gurdilan]] vegirtiye, ji eşîra [[Pencînar]]an re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê ([[Kurtalan]]) lê daniye. Ango Qada Kurdan.
 
Navê ''Kurtalan'' ji "kurd" û "alan"a tirkî, ango qada kurdan hatiye afirandin. Lê ev nav dîsa di koka xwe de ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ew jî dîsa ji "gurd" ango "kurd" û "ilan" ango "alan" bi wateya qad çêbûye. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye Erebekî Sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."
 
Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya gundên her hetf bavikên eşîra [[Pencînaran]] li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "[[Eynik]] û [[Eyndar]], [[Bêkend]] û [[Minar]], xweştir in ji textê xwendkar." hatiye gotin.
Navê "Gundilan" tê wateya cihê Kurdankurdan. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.
 
==Çend ji gundên wê yên navdar==