Ferhenga Kurdî-Tirkî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
ben
Rêz 1:
[[Wêne:Ferhenga kurdi-tirki.PNG|thumb|Ferhenga Kurdî-Tirkî a [[Zana Farqînî]]]]
'''Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî''', ferhenga kurdî-tirkî ya herî berfireh û mezin e.
 
[[Ferheng]] di sala 2004'an de, ji aliyê [[Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]] ve hatiye weşandin. Ferheng 2132 rûpel e û ebadên wê jî 16x23,5 cm ye. Ferheng tevî hev ji 166 hezar madeyî pêk tê. Ji van madeyan 131 hezar jê madeya destpêkê û 35 hezar jî berdewama madeyê ne. Bi gotineke din, 131 hezar peyv û 35 hezar jî biwêj û berdewama serê madeyê tê de cih digirin.
 
Bi awayekî berfirehtir li ser wateya peyvan hatiye sekinandin û bergindên wan ên bi zimanê tirkî hatine dayîn. Ji bo hêsanî û fesîhbûnê jî da ku bikarhêner karibin jê hîn baştir sûd û kelk wergirin, piştî her wateya peyvekê hevokên nimûneyî jî hatine dayîn. Ev yek ferheng havildar û bikarbartir kiriye.
 
Ev xebata duyemîn a [[Zana Farqînî]] ye, ku berê [[ferhenga Tirkî-Kurdî]] amade kiribû û dîsan [[Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]] ew di sala 2000'î de çap kiribû. Ferhenga Tirkî-kurdî jî ji 1278 rûpelan pêk tê û ebada wê jî 16x23,5 cm ye. Di vê ferhengê de, 40 hezar jê madeya destpêkê û 20 hezar jî berdewamiya madeyê, tevî hev 60 hezar made cih digirin.
 
Ferhenga herî mezin a Tirkî-kurdî ye, tê de ji wateyekê zêdetir berginda peyvên tirkî yên bi kurdî hatine dayîn ü her wiha piştî dana berginda her wateyî, hevokeke nimûneyî jî hatiye pêşkêşkirin. Bi vê yekê ferheng bikarbartir ango pratîktir bûye.
 
Çapa duyemîn a her du ferheng jî hatiye kirin.
 
[[kategorî:Ferheng]]