Enwer Karahan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Takabeg (gotûbêj | beşdarî)
en-ku
Rêz 6:
Karahan li gora qeyda wî ya nifûsê di sala 1962yan de li [[Dêrika Çiyayê Mazî]]yê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964 de çê bûye. Wî li [[Dêrik]]ê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.
 
Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Çar kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê [[Şevbihêrkên şevên xalî]] (2001), [[Duaya êvarê]] (2003) û [[Xanima Kozê]] (2005) derketine û herweha[[Du dilop]] di sala 2008an de (Doz) derketine. Herweha kitêbeke wî ya ceribandinê jî bi navê [[Çû]] ji nav weşanên DOZê, di sala 2006an de derketî ye.
 
Ew zewicî ye û bi navê Nûjîn, Şanişîn û Berfîn sê keç û bi navê Cemîl Ciwan jî kurekî wî heye.