Musa Anter: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 6:
==Jiyan==
Anter di sala [[1920]]an de li gundê [[Zivingê]] ya girêdayî [[Stilîlê]] ya ser bi navçeya [[Mêrdîn]] [[Nisêbîn|Nisêbînê]] hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû. Piştî xwendina lîsê ji bo [[felsefe|felsefeyê]] bixwîne diçe Stanbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza [[Fayiq Bucak]] dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin. Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî avakirin, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944an de bi keça Evdirehman Zapcu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û [[Dîcle Anter|Dîcle]] û keçek bi navê [[Rewşen Anter|Rewşen]] çêdibin. Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike . Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "[[Ilerî Yurd]]" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin. Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê "[[Birîna Reş]]" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî. Piştî 89an vedgere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya [[HEP]]ê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere
:"Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo Ez tenê şahidim? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.
|