Bûyera Şemzînan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Semzinan.jpg|right|thumb|Otomobîla berpirsyarên teqînê]]
Di [[9'ê sermawezê]] [[2005]]'a de sê endamên [[Artêşa Tirk]] bombê avêtin pirtûkxaneya "[[Umut kitapevi]]" ya [[Seferî Yilmaz]] li bajarê [[Şemzînan]]ê. Li ser vê yekê gelê Şemzînanê serî hildan û bi ser êrişkaran de çûn. Li wê serhildanê de Çawişê Tirk [[Tanju Çavuş]] gulê barandin ser gel. Di vê gulebarandinê de kesekî bi navê [[Ali Yılmaz]] hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn. Tanju Çavuşê êrişkar kû ji aliyê gel ve hat girtin û radestî polesan hat kirin, piştî ku serokekanê arteşa tirk [[Yaşar Büyükanıt]] lê xwedî derket û ew weke ''Lawikê baş'' binav kir, ji aliyê dadgeha bajarê [[Wan]]ê ve serbest hate berdan.
[[Wêne:Semzinanliste.jpg|right|thumb|Nexşeya Şemzînanê ku li ser kiryarên dewletê hatibûn nîşandan]]
 
Di '''Bûyera Şemzînanê''' de [[Dewleta Tirk]] piştî teqinekê ji aliyê gelê [[Şemzînan]]ê de li ser sûc hate girtin.
 
==Bûyera Şemzînanê==
Di [[9'ê sermawezê]] [[2005]]'a de sê endamên [[Artêşa Tirk]] bi navê [[Alî Kaya]] (Astsubay), [[Veysel Ateş]] ([[îtîrafkar]]ê [[PKK]]'ê) û [[Ozcan Îldenîz]] bombê avêtin pirtûkxaneya "[[Umut kitapevi]]" ya [[Seferî Yilmaz]] li bajarê [[Şemzînan]]ê ku ser bi [[Colemêrg]]ê ye. Di encamê vê teqînê de kesekî bi navê M. Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da û yekî din bi navê Metin Korkmaz jî birîndar bû. Li ser vê yekê gelê Şemzînanê serî hilda û bi ser êrişkaran de çûn û berpirsyarê bûyerê di otomobila wan de girtin û radestî hêzên ewlekariyê kirin. Di seyareya (otomobîl) van kesên de, çek, krokî, nexşe, lîsteya navên kesên ku dê bêne kuştin û ajanda hatin dîtin. Astsubay Kaya, li ser navê fermandarê demê yê Kolorduya 7'emîn [[Yaşar Büyükanit]], belgeyên sexte çêkiribûn û di lêpirsîna nêzî 100 karsazî de cih digirt. Dewlet mecbûr ma ku berbaz (astsubay) Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bigire, bavêje girtîgehê. Dewlet bi dest û lêpên xwe ketibû nav vê bûyerê. Her tişt aşkera bûbû. Plakaya seyareya wan jî '''30 AK 933''' bû û ev seyare di bin fermandariya [[JITEM]]'ê bi berpirsiyariya zabitê biqidêm çawiş Ali Kaya de bû. Plakaya seyarê ji bi zanetî kiribûn '''AK''' yanî ji herfên nav û paşnavê '''A'''lî '''K'''aya pêk hatibû.
 
Di pê vê bûyerê re tevlîhevî li Şemzînanê çêbû û gelê bajêr nerazîbûna xwe nîşan dan û ev bûyer bi rojan protesto kirin. Li wê serhildanê de Çawişê Tirk [[Tanju Çavuş]] gulê barandin ser gel. Di vê gulebarandinê de kesekî bi navê [[Ali Yılmaz]] hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn. Tanju Çavuş paşê di encama dadgehê de serbest hate berdan.
 
==Xwedîlêderkitina dewletê li bersûcan==
[[Wêne:Buyukanit.jpg|right|thumb|Serfermandarê arteşa tirk [[Yaşar Büyükanit]]]]
Piştî ku teqîn qewimî û berpirsyarê bûyerê ji aliye gel ve hatin girtin û berpirsyariya dewletê eşkere bû, hewldanên dewlet û artêşê dest pê kirin. Serfermandar Büyükanit bi xwe kete dewreyê. Generalê Tirk Yaşar Büyükanit di destpêkê de li wan kesên ku pirtûkxaneya kurdan bombe kiribûn xwedî derket û ji Alî Kaya yê kû di ser sûc de hatibû girtin, gotibû: ”ez wî nas dikim, ew kurekî baş e”. Lê zêde dem derbaz nebû ku ew gotinên Fermandarê Hêzên Bejahî orgeneral Yaşar Büyükanit ji aliyê Dozgerê bajarê [[Wan]]ê [[Ferhat Sarikaya]] bi Îdanameya Şemzînan ve di qirika wî de ma û ew jî bi çete avakirinê hate tawanbarkirin. Serdozgerê bajarê Wanê Ferhat Sarikaya, li ser bûyerên Şemzînanê de bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Bejayî yê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit de di îdanameya xwe de destnîşan kirîye ku ji ber ku bersûcê Şemzînanê parastiye û ji bo yek ji wan serbaz Alî Kaya gotibû “ez wî nas dikim û ew kurekî baş e” xwestiye destdirêjî pêvajoya dadekirina bûyera li Şemzînanê bike û ji ber vê yekê ser hiquqê bibandor bûye. Dozger Ferhat Sarikaya îdanameyeke bi sed rûpelî damezirand, sûcên dewletê û hevkariya dewletê û çeteyan yek bi yek rêz kirin. Li gel vê yekê rûyê reş ê dewletê nedihate veşartin û parastina bersûcan bi tundi hat meşandin. Serfermandar [[Hîlmî Ozkok]] û serfermandiriyê yekser mudaxale li vê îdaname û dozger kir. Hikûmet xwedî li dadê û dozgerê xwe derneket. Demildest Ferhat Sarikaya ji kar hate dûrxistin. Lê dîsa dadgeha ku lê dihat darizandin bi tirs û kêm be jî cezayek li wan çeteyan birî. Mudaxaleyê heta dawiyê dom kir. Dadgeha bilind ceza betal kir û dosya şande dadgeha leşkerî. Dadgehê di bin zext û zora dewlet û artêşê de mudaxale qebûl kir û ew kesên berpirsyar serbest hatin berdan. Yaşar Büyükanit jî piştî ve yekê gotibû: ”Min hertiştî bo Tirkîye kiriye û ji ber yekê bi darizandinê wê serbilintir bim".
 
 
{{kurt}}