Zagros (rêzeçiya): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B روبوت إضافة: et:Zāgrose mäed
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{ev gotar| der barê Çiyayên Zagrosê ye. Ji bo wateyên din a peyva "Zagros" li ''[[Zagros (cudakirin)]]'' binihêre.}}
[[Image:Zagros 1992.jpg|thumb|Çiyayên Zagrosê]]
'''Zagros''' navê zîncîreçiya ye ku ji herêma Wanê - HekariyêColemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê de derbas dibe. Ji bakur ve di destpêk de, di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn de û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî Kendava Îranê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya Zagrosan 1.500 km ye. Di zîncîreya Zagrosan de gelek çiya hene. Di nav van çiyan de çiyayê bi navê Zana û çiyayê bi navê Zerd ên herî bilind in. Çiyayê Zana 5.098 m û yê Zerd jî 4.548 metre bilind e. Ji Zagrosan re çiyayê Kurdistanê jî dibêjin. di Ji ber ku piraniya Zagrosan di nav axa Kurdistanê de ne. [[Îbnî Xaldûn]] di pirtûka xweya [[Muqaddîme]] de ji Zagros de wek ''çîyayên Kurdîstanê'' behz dike.
Zîncîreçiyayên Zagrosan bi hezar salan in ku di navbera çandên herêm ên cuda cuda de wek tixûb hatine kişandin. Di navbera gelên wek faris, asûrî, ermenî, kurd û ereb de.