Hawar (kovar): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
B tevlîbûn
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Hawar''' [[kovar]]eke [[kurdî]] bû ku ji alîyê [[Celadet Elî Bedirxan]] hate derxistin.
 
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi [[tîpên latînî]] hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina [[zimanê kurdî]] de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê [[gulan]]a [[1932]]'a de derket û heta [[15'ê tebaxagelawêjê]] [[1943]]'a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta [[Sûrî]]yê [[Şam]] bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê [[Celadet Elî Bedirxan]] ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala [[l9431943]]'ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:
 
''Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.''