Xurs, Qoser: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
{{kurt}}
[[Kategorî:Gundê Qoserê]]
Gav a hûn ji navçeya Qoserê,bi tirimbêlên xursê bi rê dikevin,tirimbêl ber ê xwe dide ber bi hêl a bakur ve û di sêrêk a Mêrdîn re derdikeve...yê ku nizanibin dibêjin qey wê tirimbêl wan bibe bajar ê Mêrdîn.Lê dem a dighêje ber "Ziraat okulu"(dibistan a çandinîyê)-ji çend salan virve êdî ew der wek tabûr a leşkerî hatîye veguhertin,wek tê zaqnîn,dewlet gelek kargeh û fabriqeyên bi vî rengî,ji xizmetê girtîye û kirîye herêm û parastgeh a leşkerî-îca ber ê tirimbêlê bi hêl a çepê ve di zîvire û ber bi çîyan ve di meşe...
Gund ê ku berê derdikeve pêşîya we bi xwe "gund ê hecî faris e"bi hêl a rojavayê başûr ê xwe bi ser"herzem"an bi navekî din"şêx tajdîn veye.Hecfaris,li pal a sikur a qerraşan ava bûye.lê gund ê şêxtajdîn,hîn ber bi jêr ve dimîne,dikeve zik ê newalê.Her wiha li qerax a çem ê xursê hatîye avakirin...(heger çewtî hebin,biborin û ji kerem a xwe re sererast bikin)
Rê di ber Hecfaris re dîsa bi hêl a çepê ve dizîvire,li daw a sikur a qerraşan di fetile,piştî qiyameyek kurt,îca ber jêre datê,di ser "borîya senteralê"re derbas dibe(berî ku ceryan ji kendav a kebanê were anîn,di binya gund ê Hemzîyan re hilbergeh a elektrikê hebû û bi ava wê borîyê di xebitî,lê piştî hatin a ji kebanê,îdin hate betalkirin,niha Xwedê zane wek gelek avahîyên herêmê bûye hêlîn a mişk û ma'ran...)Di vê navê de divê merev bêje ku li kuraya newalê çem ê Xursê û dehlên qeraxên çem xuya dibin.Piştî ku merev di çengoyekê re di zîvire û îcar br ê xwe dide qiyame(berjore)yeke din,li mil ê çepê gund ê Hemzîyan derdikeve pêşîya merev.Jixwe avahîya van gundan bi gelemperî di yek tayî dene,ango xanî û avahî zor di şibin hev.Kevirên"şehkirî"berê bi kils û nikkarê,van çend salên dawî bi perakêt û qûm û çimento hatine lêkirin...
Li pêy Hemzîyan îca piştî fitleke din merev dighêje Elîpaşa...ew jê li mil ê çep ê rîyê dimîne.di vê navê de ji dûr ve Xursanavê,bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe.her wiha hemû dehl,rez û çandinîyên zevîyan li ber çavan xwe radixin.Dar û berên zeytûn,hejîr,dilb,kenêr,behîv,bihîvtalk,guhîj,teew,guz,mişmiş,sipîdar,helalk,dêlî û mêwên rezan,bîh,qizwan,beniştok,berrû,ber bi bilindahîya çîyan ve mazî,encas,xox,hirmî,sêvû hin cure darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin.