Têmûrê Xelîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
format sererast kir, guhertinên bichûk
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 4:
Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya [[Komela Xwendkarên Kurd]] bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya [[Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê]]. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “[[Kurmancî]]” ya [[Înstîtûya Kurdî ya Parîsê]] ye, endamê redaksyona kovara “[[Roja Nû]]” bû.
Çend sitranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (li ser [[Mele Mistefa Barzanî]]), “Milkê kurdî” û yên din.
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Wî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsîye, (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), û bi Lêkolînêr [[Mehmet Bayrak]] ra tevayî [[Ferhenga ûrisî-kurmancî|ferhenga “Rûsî-kurdî”]] ya [[Î. Farîzov]] kirine “Tirkî-kurdî”.
Bavê wî – [[Xelîlê Çaçan]] 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – [[Eznîva Reşîd]] 27 salan (ji destpêkê: [[1955]]'an heta [[1982]]'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomîyê xilaz kirîye û niha di beledîya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine.
Têmûrê Xelîl niha li [[Swêd]] dimîne.