Îmadedîn Zengî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Zengî''' bi tunî '''Îmadeddîn Zengî''' (zayîn [[1087]], mirin [[1146]]), zarokê [[Aq Sûnqûr el-Hecîb]], emîrê [[Tirkmen]] yê [[Helab]]ê ku bi [[Melîkşah I.]] ve girêdabûgirêdabûbû. Bavê wî di sala 1094an de hatibû kuştin û ew ji hêla [[Kerbûq]]ê, emîrê [[Mûsil]]ê, hatibû mezin kirin. Ew di sala [[1127]]'a de bû emîrê [[Mûsil]]ê, di sala [[1128]]'a de jî bû yê Helabê û ew damezrênerê xanêdana [[Zengiyan]] bû.
 
Di sala 1130'ya de wî bi Tac el Mûlk Bûrî ve piştgirî li hembera Xaçperestan kir jî pê re ewna bi hev ketin. Wî lawê Bûrî heps kir û Xims doprêç kir, lê nikarî ku wî bajarî dest xwe xe. Wî bi xelîfe El Mûsterşîd re jî micadele kir. Wextê ku di 1132'a de ew li Tîkrîtê bi El-Mûsterşîd re cengê dike dikeve zorê, lê emîrî Tîkrîtêyî wê çaxê [[Necmedîn Eyûb]], bavê [[ Silhedînê Eyûbî|Silhedîn]] wî ji zordariyê difilitîne û ewna dibine dostê hev. Di sala 1135'a de Îsmaîl, yê ku pê bavê xwe Tac el Mûlk Bûrî re bûbû emîrê [[Şam]]ê, ji Zengî alîkariyê dixwaze. Lê ji malbatê wî de kes wê naxwaze û ew ji hêla dayikê xwe [[Zûmrûd]]ê tê kuştin û şûna wî birayê Îsmaîlê biçûk Şîhab eddîn Mehmûd tîne emîrîtîyê Şamê. Dîsa jî Zengî dihere û Şamê dorpêç dike, lê ew bê serkeftî dorpêçê ra dike. Zengî di vegera Helabê de Ximsê jî dorpeç dike jî Şîhab eddîn Mehmûd, Mûînedîn Nûr dişîne wir û Zengî li wir jî bi serkeftî der dikeve. Zengî di sala 1137an de Ximsê dîsa dorpêç dike jî Mûîneddîn Nûr bi Xaçperestên [[Qûdis]] re piştgirîyê dike û Zengî nikare bajêr dest xwe xe. Lê bo ku ordiyê [[Bîzans]] tê Sûrî ew dorpêçê radike û vedigere Helabê. Di sala 1137'a de împaratorî Bîzansê û Xaçperest Şeyzerê dorpêç dikin jî va dorpêça bêserkeftî xelas dibe. Di sala 1138'a de Zengî bi emîrîtîyê Şamê ve li hev tê û bi Zûmrûdê ku lawê xwe Îsmaîl bi destên xwe kuştî re dizewice û wek cihêzê zewacê jî Ximsê heldigire.