Gotûbêj:Selcûqî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
tevlîbûn
Rêz 10:
 
::Tu dewletên li ber sed salî îroj hatibûn avakirin, ne dewletên miletekî bûn. Ne dewletên wê çaxê, ne jî kesên wê çaxê xwe wek tirk, ereb, kurd an miletekî din xwe dida nas kirin. Wê çaxê kimlîga rewacdar bi tenê dîn, ango ol bû. Wê sawê dewletan an kesan xwe misilman an xrîstîyan an cû dida nasîn. Ne kesekî bo tirk bû dihate serê dewletekê ne jî, yek bo kurd bû ji dewletekê dihat dûr xistin. Bo wê Rîchardê dilşêr çiqas fransiz bû jî dibû serokê gelên îngîliz. an jî Silhedîn di dewletê selçûqiyan de der dikete meqamên jor. Yanê merî nikare dewletekê nola selçûqiyan re bê dewleta tirkan. Lê merî dikare bê ko tirkan saz kiribû. Di dewletê de wezîrên nola Nizmûl Milkê fars cihên girîng girtibûn, belkî zimanê xwe jî ne tirkî bû. Lê bi gelemperî ew çavkanÎyên biyanî de wek dewletên oxizan saz kirî têye gotin. Yê ko tu dibêjî çenda û zimanê farsî bûn bo osmanîyan temamî rast e. Lê Selçûqîyan kargerê xwe bi piranî tirk bûn(Ew nê maneyê ko ew dewleteka tirk bû). silav û xurmet --[[Bikarhêner:Cyrus the virus|Cyrus the virus]] 19:17, 12 reşemî 2008 (UTC)
 
Temam waye te îzah kiriye. Malazgirt kû derê ye? Kurd nabêjin Malazgirt. Kurd nabêjin Tûxrûl, Çagri hwd. Kemalo emir dabû mirîdên xwe û gotibû "Tez elden bana Türkleri de bir seymis gibi gösteren tarih yazin" û wan jî "Günes Dil Teorisi" nivîsîbûn. Dinya kiribûn Tirk. Kekê min evana hemî derewên wan ên bêkalîte ne. Yalcin Kucük ez dikarim lînkê bidim digot "Em ne tirkên rast û xas in. Pirraniya me Helen û Kurd û Balkanî ne. Em bûne Tirk û me Tirkatî çêkiriye..". Erê ma ez û tu feqîrano em çi bikin? Heger profesor û zanîngehên me yên Başûr ji xwe re ticaretê bikin û her yekî wan wekî Ereban çar-pênc jinan bikin, em jî mecbûr dimînin agahiyan ji kanên derewkaran werbigirin. Mafê te heye. Lê stûyê zanistiyê û rexneyê jî divê neyê şikestin. Bila lêgerê me yên Kurd ên vana dixwînin bizanibin ku sed selefî ne rast in lê di mercên eyan de hatine ristin. Helbet bo keda te sed carî sipas kekê min.. --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] 16:03, 14 adar 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Selcûqî".