Gomada: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Darius I the Great's inscription.jpg|right|thumb|300px| Bêstûn: Wêneyê herî mezin yê Daraye, li pêşîya wî Gomada dest ji paşve girêdayî disekinê]]
'''Gomada''' an jî Gaumata serhildêrekî [[Med|Medî]] ye ku bixwe ji êla [[Magî]]yan bû. Di sala 522'yên berî zayînê (B.Z.) de piştî serhildana (destpêka sehildanê : 11'e Adarê) xwe nêzîkî heft mehan bû desthilatdarê împaratorîya [[Medopersî]]. Di dawîya heft mehan de serhildana wî ji alîyê [[Daryûş|Daryûş I]] ve hat şikandin(29'ê Rezberê) . Piştî ku Dara/Daryûş Gomada dîl girt ew da kuştin û bo ku tu kes mîna wî serînehildê li [[Bêstûn]] li ser zinarekî wêneyê Gomada yê ku destê wî girêdayî mîna êsîrê Dara hat xêzkirin. Gelek magî ku parêzvanên ola Zerdûşt[[Zerdeşt]] bûn ji alîyê Dara ve hatin kuştin û şikandina serhildana Gomada mîna cejnê hat îlan kirin. Navê vê cejnê [[Begadayîş]] (ev nav ji heyva ku Gomada tê de têkçû ve tê) an jî li gorî [[Heredot]] ''Mogudayis'' tê wateya ''kuştina magîyan'' bû. Her sal di vê rojêde magî nikarîbûn derkevin derve ji ber ku heke derketibana wê hatibana kuştin.
 
[[Kategorî:Dîrok]]