'''Zîlik''', '''Klîtorîs''' ''(bi [[grekî]]: κλειτορίδα)'' [[Organên cinsî yên jinan|organeke zayender]] li vajîna ye. Yek ji organên girîng di têkiliya zayender de ye.
Fonksiyona wê ya sereke kêf ji têkiliya cinsî girtin e. Tê payîn ku bingeha guherîna vê organê [[penîs]] e. Ango penîs li cem jinan di pêvajoya guherînê de ji ber ku nehatiye bikaranîn heliyaye û dirûvê xwe yî îro girtiye. Klîtorîs ji aliyê şaneyên (selûla, hucre) neurolojîk ve gelek dewlemend e. Li dora 8000 kanalên neurolojîk dihewîne.
Di têkiliya cinsî de ([[seks]]) bo jinan kana herî girîng ê kêfgirtinê ye. Di dirûvê sîlîndîrê de ye. Li hin deverên [[Efrîqa]], welatên [[Ereb]]an û çend herêmên Kurdistanê klîtorîsa jinan [[sinnet]] dikin, ango jêdikin. Vê yekan han ji ber baweriyên civakî û olî dikin lê ziyana herî mezin jî didin jinan. Herçendî li dijî sinnetkirina jinan têkoşîn henin jî, bi sed hezaran jin dibin qurbanê vê kiryarê.