Hîcret: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Hîcret''' ({{er|هِجْرَة}}; Hîcra, ango bi kurdî:Koç) bi gelemperî bo qesta koça pexamberê [[Mihemed]] û [[sehebe]]yên xweyên ji [[Mekke]] de berve bajarê [[Medîne]] di sala [[622]]an de pêk hatibû, tê gotin. Lê li ber 622an jî di sala 615an de dîsa hin misilman bo zordestîyan koça [[Habeşîstan]]ê( îroj [[ Etiyopya]]) kiribû. Di vê koçê de Mihemed pexamber teva wanên koçgirînî tune bû.
 
Li pê zordestî û çapên bêpaşên ji hêlê qebîleya Mihemed pexamber, [[Qureyş]]ê de, dihatinî û dewatekê ji [[Medîne|Yesrîb]] tê re Mihemed pexamber bo koça Medîneyê bîryarê dide. Di rezberê sala 622an de [[Mihemed]] pexember bi sehebeyên xwe ve koça Yesrîbê, 320 km. ji Mekke dûr, dike. Paş ko Mihemed pexember tê wir re bajar êdî wek Medinetûn Nebî (bi kurdî:bajarê Pexember) tê nav kirin. Lê ûn nebî pê re ji navî wê ger dibe û wek Medîne tê nav kirin. Di dema xelîfetîya [[xelîfe]] [[Hz. Omer]] de bi emra wî re [[salnameya hîvê]]yê ko bi hîcreta Mihemed pexember re dest pê dike tê hazir kirin. Gorî wê hesabê roja destpêka hîcretê [[16'ê tîrmehê]] wek roja siftêya salnameyê tê girtin. Lê gorî hin dîroknasan, hîcret birast di rezberê de tê holê. Ew texwîma demeka dirêj ji hêlê dewletên misilmanan tê bikaranîn. Bo wê sedemê demên dîrokîyên li ser herêmên misilmanan îroj jî pir caran bi texwîma hîcrî jî tê hesab kirin. Îroj salnameyên rojîyên ko hîcreta Mihemed pexember referans digirin bi tenê li [[Îran]] û [[EfxanîstanEfxanistan]]ê, bi navê [[Salnameya Îranî]], têne bikaranîn.
 
Sûreyên Qûranê jî ji hêla zaneyên Îslamê wek [[sûre]]yên [[Mekî]] û [[Medenî]] tên parvekirin. Sûreyên wextê ko Mihemed pexember li Mekkeyê bû jê re hatinî wek Mekî, yên ko wextê ko li Medîneyê bû jê re hatinî jî wek Medenî tên nav kirin.