Cudahiya di navbera guhertoyên "Kevir" de

208 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 12 salan
kurtelêzêdekirin
B
(kurtelêzêdekirin)
'''Kevir, ber(d), kemer, kuç, kemen''' objekteke ji [[mîneral]] û [[xîç]]an (kevirokan) pêk tê ye. Kevir asteke materyalên bingehîn ên [[gerdûn]]ê ye.
 
Dîroka çêbûna keviran girêdayî sarbûna [[magma]]yên xwedî germahiyên awarte ne. Xweza bêî rawestan diguhere û gelek objektên jîndar piştî mirinê wekî mîneral û bermahiyan vedigerin [[xweza]]yê. Herwiha [[volkan]] kevirên nû diafirînin û hêzên sereke yên [[erd]] û [[exter]]an (gerstêrkan) bêî sekinandin asta maddeyê diguherînin. Hinan dikin kevir, hin keviran jî dikin xwalî.
 
== Kevir/ber(d)/kuç/kemer/kemen û zimanê Kurdî ==
 
Kevir di zimanê/n [[Kurdî]] de xwedî cihekî mezin e. Gelek wargehên cografîk bêjeya kevir girtine. Kevir di wêjeya devkî ya Kurdî te sîmbola mêranî û wêrekiyê ye. Herwiha kevir serhişkiyê û kêm-fêhmiyê jî bibîrdixe.
Gorî zanyariyê mirov objekta ku ji 63 mm mezintir e bi navê kevir binavdike. Yên ji wê piçûktir, [[xîç]], [[xîz]], [[şel]], [[xwalî]] yan [[arî]] hwd ne. Yên mezin jî [[sale]] (sehle), [[zina]]r, [[moran]], [[tal]] hwd ne. Mixabin li ser zimanê Kurdî kêm xebatên akademîk hatine kirin. Lewra jî tasnîfa bêjeyan nehatiye kirin.
 
Dîsa kevir gorî serencama çêbûna xwe jî tê tasnîfbûn û binavkirin; [[Kevirê seqî]], [[kevirê xîz]] (kîs), [[kevirê moqî]], [[kevirê kefê]], [[kevirê kewke]], [[kevirê pûç]], [[kevirê menîr]], [[kevirê xişlore]] (xişlorik), [[kevirê heste]] (kevirê hesteyan), [[kevirê reş]], [[kevirê sîq]], kevirê [[arkan]]ê, [[kevirê asîman]], [[kevirê aş]], [[kevirê beresteyî]], [[kevirê çaqmaqan]], [[kevirê hestem]], [[kevirê kilsînî]], [[kevirê qusekê]], [[kevirê şebê]], hwd.
 
== Hin bikaranînên di wêjeya devkî de ==
9638

guherandin