Komkujiya Enfalê 1988: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Enfal''' navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li [[Başûrê Kurdistanê]] ji aliyê sazûmaniya [[Baas]] ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta [[Quran]]ê ya [[El-Enfal]]ê digire.
 
A rastî Enfal ne navê yek qatlîamekqetlîamek lê navê rêze-tevkujiyan e. Pêla dawî ya Enfalê di [[22'ê reşemiyê]] [[1988]]'î de li dijî hêzên [[YNK]]ê li [[Silêmaniye]] destpêdike. Li [[Dola Caf]] (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di [[6'ê sermawezê]] [[1988]]'î de li [[Zaxo]]yê bidawî dibe. Ji [[Zaxo]]yê heya [[Çiyayê Hemrîn]]ê ti wargehekî [[Kurd]]an nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin [[Îran]] an [[Kurdistan]]a di bin dagirkeriya [[Tirkiye]]yê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
 
Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya Kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Keç û jinên Kurdan bo [[şêx]]ên dewlemend ên [[Ereb]] dihatibûne veqetandin, qismekê wan bo fihûşê dibiribûne [[Misir]] (Egîpt) an [[Tirkiyê]]. Piştî têkçûna sazûmaniya Baas li seranser [[Iraq]]ê, gelek kom-goristanên gelek ji qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
 
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bobi navê ''"Lawên Saddam"'' dihatibûne binavkirinbinavdikiribûne. Rejîma Baas di sala [[1983]]'î de 8.000 mêrên eşîra [[Barzanî]] dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên [[Feylî]] herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê Kurd ji holê rabike.
 
[[Kategorî:Komkujî]]