Hibir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:35, 24 kanûna paşîn 2008

Înkar, Tînt, Hub(i)r, avnûs, murekkeb (bi latînî: tincta [aqua] = ava rengî) navê herikbara bo nîvîsandinê tê bikaranîn e.

Înkar bo pênûsên tên dagirtin

Diroka înkarê

Gorî bermahiyên dîrokî ji di 3000 b.z. de li Egîptê (Misir) û 2600 b.z. de li Çînê înkar dihatibûye bikaranîn. Wê demê ji cureyekî Gommeyê (Gumme arabicum) dihate çêkirin. Di b.z. 1000'î de pênûsa Hindistanî bû serdest. Ev pênûs ji komira dara çirayê û dawerûnê (rûnê dawa pez) dihate amadekirin. Dema mirov bikarbianiya, bi avê de dikir û şil bikardianî.

Di dawiya sedsala 16emîn de li Ewropayê înkara ku ji înkarmasî (masiya înkarê, ji binekoma Coleoidea) tê çêkirin kete şûna wan.

Îro pirranî înkar ji asîdên ku ji darên mazî tên çêkirin û bihevxistina wan bi hesin û maddeyên kîmyayî re tê çêkirin. Hin cureyên nûjen ên înkarê piştî nivîsandinê dîtbar dibin (tên dîtin). Di înkarên çapkirina rojnameyan de kobalt û manganez hene.