Ebubekir Pamukçu: Ferqa di neqeba guhartoyan de

4 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 14 salan
B
kurteya guhartinê tune ye
(Mirî ye, namire)
BNo edit summary
Perwerdeya mamostetiyê dîtiye û gelek salan mamostetî kiriye. Di nava refên hêzên rastgîr ''Pêşeng'' cih digire û li dijî Kurd, çepgîr û sosyalîstan têdikoşe. Di rojname û kovaran de "Tirkbûna Kurdan" tîne zimên. Bi navê ''"Kurtuluş Savaşı - Şerê azadiyê"'' pirtûkek di sala [[1970]]'î de diweşîne û pesnê avabûna û têkoşîna dewletê li dijî dijminan dide. Bi qasî demek kurt têkilî bi [[Doğu Perinçek]] re datîne û piştî ku Perinçek ji aliyê çepgîran ve giran tê birîndarkirin, têkiliya xwe înkar dike.
 
Wekî endamekî dewletê dikeve nava hin kom û hizbên Kurdan û sîxuriyê dike lê di demeke kurt de tê pêderxistin. Di sala [[1984]]'î de rêxistineke Kurd ê bi navê [[Pêşeng]] bi daxûyaniyekê dide îlankirin ku ev kes ketiye nava refên rêxistina wan û ew peyayekê dewletê ye. Li ser vê daxûyaniyê Pamukçu êdî xwe venaşêre û dibêje ''"Erê wisa bû lê niha êdî nêrînên min hatine guhertin. Min têkiliya xwe biriye û êdî ez doza Zazayan dikim kû ew ne Kurd in".'' Ji bo vê gotina xwe ew ji milliyetperestên Kurdan xayin û ajan hat îlankirin, gelek îftira lê hat kirin lêbelê hemû bêisbat bûn. Wî di nivîsên xwe da ciwab da van û tu car dijmintiya gelan nekiriye, timî heqbûna têkoşîna Kurdan a netewî aniye ziman.
 
Di sala [[1984]]'î de kovareke bi navê [[Ayre]] û di sala [[1987]]'î de jî [[Piya]] dertîne û navê [[Raya Zazaistan]]ê bikartîne. Ew bi nexweşiya [[şêrpence]]yê jiyana xwe ji dest da.
21.893

guhartin