Medreseya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 51:
Îcar ji xwe diyar e ku ev Sedsala Bîstî sedsaleke reş bû ku di ser Kurdan re bihurî. Piraniya zana û pisporên Kurd ên vê sedsalê jî, di xwendegeh û zanîngehên biyaniyan de kame bûne. Bi gotineke din, ji wan kêm kes bi zimanê Kurdî xwendiye.
Ew berhemên Kurdî yên ku ji Medreseyên Kurdî afirîne, bi her awe û tewran, bi kurdewarî hatine afirandin û li ser bingehê Toreya Kurdî lengerên xwe berdane erdê.
 
Mirov ji berhemên ku ji Medreseya Kurdî derketine, dibîne ku 19-20 şaxên zanistiyê yên cuda di Medreseya Kurdî de hebûne. Bi piranî jî giranîya xwendinê li ser şaxên wek '''Felsefe, Mentiq, Leşsaxî, Rûhîyet, Siyaset, Stêrknasî, Hisab, Teknîk, Civaknasî, Leşkerî, Aborî, Ferhengî, Suruştî, Xwedanasî, Hiqûqnasî, Ajalnasî''' û gwd. bûye. Ev gotina ku di nava Kurdan de ”Melê Heftilmî” û ”Melê Dozdeilmî” jî rastiya vê meselê derdixîne holê. Lengerekî Medreseya Kurdî li ser Felsefeya Grekiyan bûye, heta ku pirtûka bi navê [[NETAÎC-UL EFKAR]] ji felsefa Yunanî hatiye wergerandin û di Cihana Îslamî de tenê Medreseya Kurdî xwedîtî lê kiriye.
 
Ji xwe dema ku mirov [[Dîwan]]a [[Melayê Cizîrî]] şirove dike, çi tiştê ku mirov bixwaze, tê de tê dîtin. Ji vê zêdetir jî, di beşa [[Felsefeya Melê]] de, gelek tiştên ku mirov lê şaş dimîne têne ber çavan û navê gelek zanayên cîhanî hene.
Line 59 ⟶ 60:
 
Herweha [[Rêçika Nexşebendî]] jî, şaxek ji şaxên Medreseya Kurdî bûye. Piştre dema ku fikra [[Komonîst]]iyê derketiye holê, desthelatiya [[Yekîtiya Sovyetan]], ji xwe re eynî sîstema rêxistina nexşebendîtiyê girtiye û pê eynî mîna wê xwe bi rêxistin kiriye.
 
 
== Rola medreseya kurdî ==