Medreseya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 10:
Ew sazgeha zanistiyê, di sedsalên 11-12yan de li Kurdistanê derketine holê û jiyana xwe domandiye ta salên şêstî yên Sedsala Bîstî.
 
Medreseya Kurdî di demeke pir kin de berambertîya xwe bi zanîngehên miletên pêşketî yên wan deman re daye meşandin. Wek mînak: Berî pêncsed salî, li Medreseya Sor a li Cizîra Botanê projeya rubota ku Rojavayî di dawiya Sedsala Bîstî de dest bi çêkirina wê kirine, hatiye çêkirin. Ji xwe zanayên weke Mewlana Xalidê Nexşebendî yê Kurdî, [[Melayê Cizîrî]], [[Ehmedê Xanî]], [[Şêx Fethulah Werqanisi]] û pir kesên wisa ku mora xwe li mêjuya pêşketinê xistine, zêdetir giranbihatî û pîroztiya Medreseya Kurdî nîşan didin. Herweha lehengên mîna Silhedînê Eyûbî yê Kurdî jî, heta yên vê serdema niha jî, tev berê adana Medreseya Kurdî bûne.
 
 
Rêz 51:
Îcar ji xwe diyar e ku ev Sedsala Bîstî sedsaleke reş bû ku di ser Kurdan re bihurî. Piraniya zana û pisporên Kurd ên vê sedsalê jî, di xwendegeh û zanîngehên biyaniyan de kame bûne. Bi gotineke din, ji wan kêm kes bi zimanê Kurdî xwendiye.
Ew berhemên Kurdî yên ku ji Medreseyên Kurdî afirîne, bi her awe û tewran, bi kurdewarî hatine afirandin û li ser bingehê Toreya Kurdî lengerên xwe berdane erdê.
Mirov ji berhemên ku ji Medreseya Kurdî derketine, dibîne ku 19-20 şaxên zanistiyê yên cuda di Medreseya Kurdî de hebûne. Bi piranî jî giranîya xwendinê li ser şaxên wek Felsefe, Mentiq, Leşsaxî, Rûhîyet, Siyaset, Stêrknasî, Hisab, Teknîk, Civaknasî, Leşkerî, Aborî, Ferhengî, Suruştî, Xwedanasî, Hiqûqnasî, Ajalnasî û gwd. bûye. Ev gotina ku di nava Kurdan de ”Melê Heftilmî” û ”Melê Dozdeilmî” jî rastiya vê meselê derdixîne holê. Lengerekî Medreseya Kurdî li ser Felsefeya Grekiyan bûye, heta ku pirtûka bi navê [[NETAÎC-UL EFKAR]] ji felsefa Yunanî hatiye wergerandin û di Cihana Îslamî de tenê Medreseya Kurdî xwedîtî lê kiriye.
 
Ji xwe dema ku mirov [[Dîwan]]a [[Melayê Cizîrî]] şirove dike, çi tiştê ku mirov bixwaze, tê de tê dîtin. Ji vê zêdetir jî, di beşa [[Felsefeya Melê]] de, gelek tiştên ku mirov lê şaş dimîne têne ber çavan û navê gelek zanayên cîhanî hene.
Rêz 58:
Dema mirov [[Mem û Zîn]]a [[Ehmedê Xanî]] jî şirove dike, tê de bi dehan şaxên zanistiyê û navên bûjen, amûre û tiştên ku niha pir nûjen in têne dîtin.
 
Herweha [[Rêçika Nexşebendî]] jî, şaxek ji şaxên Medreseya Kurdî bûye. Piştre dema ku fikra [[Komonîst]]iyê derketiye holê, desthelatiya [[Yekîtiya Sovyetan]], ji xwe re eynî sîstema rêxistina nexşebendîtiyê girtiye û pê eynî mîna wê xwe bi rêxistin kiriye.