Medreseya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{neensîklopedîk}}
MEDRESEYA KURDÎ
[[Medrese]] ew sazî ye ku ders lê tê dayîn. [['''Medreseya Kurdi]]''' ew sazî ye ku ev e bi sedê salan e li [[Kurdistan]]ê xwendin tê de tê kirin.
 
[[Medrese]] ew sazî ye ku ders lê tê dayîn. [[Medreseya Kurdi]] ew sazî ye ku ev e bi sedê salan e li [[Kurdistan]]ê xwendin tê de tê kirin.
 
Tesîra Medreseya Kurdi li ser civata kurd, pir zêde çêbûye. Lewra ew medrese ji sazgehtîtiya olî zêdetir, bo Kurdan bûbû qada nijadî û kurdperweriyê. Ji ber hindê çi tiştên Kurdan ên pîroz hebûne, pê hatine parastin û tê de hêwirîne.
 
Medrese, ji bo Kurdan hem dibistan, hem xwendegeh û hem jî unîwersîte bûne. Herweha ew mîna barîgehên parastinê, dadgeh û şaneşêntiya kêfxweşiya serbestiyê bûne.
 
Medrese ji her kesî re vekirî bûne û berambertiya tê de çu carê rê nedaye ku kes xwe li ser kesekî din mezin bike, yan kotekî bike û teşqeleyan derbixîne. Ji şênîtiya toreya kurdî û livaka wê zêdetir, medrese devera pêbawerî û piştrastkirinê bûne. Medrese hertim şênîka civata Kurd, li gund û bajarên Kurdistanê bûne.
 
Zimanê medresê yê resmî kurdî bûye, lê zimanê xwendinê erebî bûye. Çendî ku bi dehan pirtûkên bi zimanê erebî tê de dihatine xwendin jî, wergera wan tevek ji xwendevanan re bi zimanê kurdî dihate kirin.
 
Îcar ev yeka han dibû sedem ku zimanê kurdî bi pêş ve biçûna û xurttir bibûna. Çi di warê olî ango şerî‘et, Hedîs, Tefsîr û Eqîde, wekî din jî weke Serf û Nehw, Mentiq, Istî‘are, Mûnazere, Usûl û gelek şaxin din yên zanistiyê bûna, zimanê kurdî xwe jê re bi qîmê mişt dikir û şroveya wan tevek bi kurdî dihatine kirin.
 
Line 16 ⟶ 17:
 
 
== Rola medreseya kurdî ==
'''ROLA MEDRESEYA KURDÎ'''
 
Rola ango dilqê zanayên Kurd di pêşveçûna Doza Kurdî de, pir mezin bûye. Dema em dibêjin “alim“ ango kesê zana, hertim xwe berpirsyar dibîne û dilipike ku wê berpirsyariya xwe bîne cih.
 
Rêz 30:
Ez bi xwe di vî warî de dîdevanê pir tiştan im û rêveçûna jiyanê jî bi me gişan daye nîşandan ku me Kurdên Bakûr jiyana xwe, ziman, tore û hebûna xwe bi du tiştan heta îro parastiye ku yek jê desthelatiya feodalî bû ango eşîrtî, ya din jî Medreseyên Kurdistanê bûne. Eger ne ew herdu tişt bûna, niha aqûbeta Qibtiyên Misrê hatibû serê me jî.
 
==Di medreseya kurdî de şaxên zanistiyê==
 
'''DI MEDRESEYA KURDÎ DE ŞAXÊN ZANISTIYÊ'''
 
Ew saziya bi navê MEDRESEYA KURDÎ ku hetanî nîvê Sedsala Bîstî jî hebûna xwe diparast, lê xasma jî piştî [[Cunta Leşkerî]] ya 1980yî hema bêje bi temamî ji holê hate rakirin, li ser bingeheke pir xurt hatibû damezirandin û tê de gelek şaxên zanistiyê yên cuda dihatin xwendin.
Line 64 ⟶ 63:
Niha eger mirov bipirse ka wateya peyvika rabest û kemerbestê çi ye, ji bilî hinek zanayên hêla Medreseya Kurdî, zêde kes pê nizane. Dema serdarê leşker dibêje rabest, leşker tev rêz dibin û didkevin kemerbestê. Ev herdu peyv jî, ji sed salî zêdetir e ku ji aliyê gorbihişt [[Şêx Fethulah Werqanisi]] ve hatine bikaranîn.
 
== Çavkanî ==
Min di vê nivîsa xwe de tu nav nedane û çu behemên kurdî jî nîşan nedane. Lê niha xebateke min li ser peyv û hevokên xelet ku di zimanê kurdî de tên bikaranîn heye. Ez bi umîd im ku wê di nêz de bê weşandin.
 
Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd li Medreseya Kurdî lêkolîn bikin û hemû şaxên zanistiyê yên tê de bibînin û derxînin holê. Lewra di vê dema niha de pêdiviya Kurdan pir bi şaxên cuda yên zanistiyê heye. Eger mirov ne bi çand û zanistiya xwe perwerde bibe, cudatiya mirov ji biyaniyan tenê ev e ku mirov ji aliyê byolojî ve Kurd e. Ev jî têr nake.
 
 
'''ÇAVKANÎ:'''
 
- Kovara [[Nûbihar]], lêkolîna [[Zeynelabidîn Zinar]], Stockholm 15 11 2007