Medreseya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 62:
Medreseya Kurdî ji aliyê zimên ve jî pir dewlemend bûye. Lê ji ber ku nivşên niha bûne xerîbê wê saziya xwe, dema ku ew bi zimanê xwe dinivîsin, peyvikên kurdî yên xas bi kar nayînin, îcar bêgav dimînin ku yan peyvikan çêbikin an jî peyvikên biyanî biheşifînin û di nivîsên xwe de bi kar bînin. Qelsiya wan a din jî ev e ku dema ew dinivîsin, tê dîtin ku ew tev ji hevûdu kopî dikin. Îcar di serê ewil de kî çi şaşiyê kiriye, tev li eynî şaşiyê didomînin. Mînaka vê bi awayekî eşkere mirov di ferhengên kurdî de dibîne.
 
Niha eger mirov bipirse ka wateya peyvika rabest û kemerbestê çi ye, ji bilî hinek zanayên hêla Medreseya Kurdî, zêde kes pê nizane. Dema serdarê leşker dibêje rabest, leşker tev rêz dibin û didkevin kemerbestê. Ev herdu peyv jî, ji sed salî zêdetir e ku ji aliyê gorbihişt [[Şêx Fethulah WerqanisîWerqanisi]] ve hatine bikaranîn.
 
Min di vê nivîsa xwe de tu nav nedane û çu behemên kurdî jî nîşan nedane. Lê niha xebateke min li ser peyv û hevokên xelet ku di zimanê kurdî de tên bikaranîn heye. Ez bi umîd im ku wê di nêz de bê weşandin.